Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir

Şêniyên gundê Digirê bi bi hev re ji bo gundê xwe stadyumeke werzîşê çêkir û gelek dar li derdora wê çandin.  

Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir
Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir
Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir
Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir
Şêniyên gundê Digirê yê Tirbesiyê li gundê xwe stadyuma werzîşê çêkir
19 tîrmeh, 2026   03:32
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Xelkê gundê Digirê yê Tirbespiyê bi awayekî komînal û li gorî derfetên xwe, rewşa gundê xwe baştir dikin û pêdiviyên xwe pêk tînin.

Şêniyên gund ji bo zarok û ciwanan bi hev re stadyuma werzîşê çêkir. Her wiha li derdora stadyumê û li hundirê gund dar çandin.

Ji şêniyên gund Ehmed Sebrî got: "Xelkê gund alîkariya hev kir û stadyuma kevn a gund çêkir. Êdî zarok û ciwanên gund dikarin li stadyumê werzîşa xwe bikin. Me ne tenê stadyuma xwe çêkir, her wiha me dest bi hemleya çandina daran kir. Me hem li stadyumê hem li nava gund dar çandin. Li derdora stadyumê jî me kursî danîn.”

Sebrî anî ziman ku hemû şêniyên gund cihê xwe di van projeyan de girt û wiha pê de çû: "Şêniyên gund bi dilxwazî pêdiviyên gund pêk anîn. Her wiha ez spasiya Şaredariya Gel a Tirbespiyê, Şaredariya gundê Helwa û Rêxistina Jiyan dikim. Di van projeyan de ew bi me re bûn alîkar. Di dema pêş de em ê çîmen li sehaya stadyumê biçînin û derdora wê çêkin.”

(np)

ANHA