Trump: Qada hewayî ya Venezuelayê divê wekî girtî were hesibandin

Serokê Amerîkayê diyar kir ku divê qada hewayî ya li ser û nêzî Venezuelayê wekî "bi tevahî girtî" were hesibandin, di heman demê de aloziya di navbera Washington û Caracas de zêde dibe.

Trump: Qada hewayî ya Venezuelayê divê wekî girtî were hesibandin
29 mijdar, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê qada hewayî ya li ser û nêzî Venezuelayê wekî girtî were hesibandin, di demekê de ku rageşiya bi Venezuelayê re zêde dibe.

Trump li ser Truth Social nivîsand: "Ji bo hemî balafirgeh, pîlot, bazirganên narkotîkê û bazirganên mirovan, ji kerema xwe qada hewayî ya li ser û derdora Venezuelayê bi tevahî girtî bihesibînin."

Ev di demekê de tê ku rêveberiya Trump bi bicihkirina hêzek mezin li Karayîban, bi taybetî mezintirîn keştiya balafiran a cîhanê, zextên li ser Venezuelayê zêde kiriye.

(ac)

ANHA