Li Dêrazorê gotinên piştgiriya DAIŞ'ê li ser dîwaran hate nivîsandin

Kesnin nenas gotinên ku wê DAIŞ'ê vegere li ser dîwaran li Devera rojhilat ya Dêrazorê nivîsandin, ev yek li herêmên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê gelekî dûbare dibe.

Li Dêrazorê gotinên piştgiriya DAIŞ'ê li ser dîwaran hate nivîsandin
29 mijdar, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku gotinên gefê û vegera çeteyên DAIŞ'ê, li ser dîwarên dibistana bajarokê Muhkan û bajarê El Quriyê yê di bin kontirola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li rojhilatê Dêrazorê de hatine nivîsandin.

Gotinên "Dewleta Xîlafetê zindî ye" û hin gotinên din ên ku gefê li xelkê dixun, ku li ser dîwaran hat nivîsandin tirs di nava şêniyên herêmê de çêkir.

Beriya niha jî li ser dîwarên bajarê Bûkemal rohilatê Dêrazorê, keleha Hema ya şûnawerî, Şamê û gundewarê Quneytera ev nivîs hatin dûbarekirin, ev yek diyar dike ku şaneyên DAIŞê li herêmên di bin kontirola Hikûmeta Veguhêz de pir çalak in.

(ac)

ANHA