Trump: Bi Îranê re di astek mezin de lihevkirin çêbûye

Donald Trump ragihand ku di hevdîtinên bi Îranê re de, di asteke mezin de lihevkirin çêbûye û peyman di qonaxa dawî de ye. Tehranê jî diyar kir ku ew ji bo çareseriya dîplomatîk vekirî ye.

Trump: Bi Îranê re di astek mezin de lihevkirin çêbûye
24 gulan, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku di hevdîtinên bi Îranê re de, ji bo bi dawîkirina şer pêşketineke girîng bi dest xistine. 

Trump li ser Truth Social daxuyanî da û diyar kir ku peymana navbera DYA û Îranê ku di asteke mezin de muzakere hatiye kirin, gihiştiye qonaxa dawîn. Trump anî ziman ku peyman girêdayî erêkirina Îranê û hin welatên li herêmê ye.

DIBE KU HURMUZ JI NÛVE WERE VEKIRIN

Trump got, peymana navborî jinûve vekirina Tengava Hurmuzê jî digire nava xwe. Serokê DYA’yê ragihand ku bi telefonê bi lîderên Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Misir, Urdun, Bahreyn û Pakistanê re axivî ye.

Trump her wiha diyar kir ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahure jî hevdîtineke cuda ya telefonê pêk anî û got, hevdîtin “pir baş” derbas bû.

JI ÎRANÊ PEYAMA ‘DIYALOGA BI TEDBÎR’

Serokkomarê Îranê Mesud Pizeşkiyan jî got, ew ji bo çareseriya dîplomatîk vekirî ne, lê li hemberî DYA’yê pir bi baldar tevdigerin.

Pizeşkiyan di hevdîtina bi Serokê Fermandariya Giştî ya Pakistanê Asim Munîr re kirî de, axivî û got, “Em ji bo diyalogê amade ne, lê belê tecrûbeyên muzakereyên berê yê bi DYA’yê re, me neçar dike ku bi tedbîr tev bigerin.”

Di daxuyaniya Serokkomariya Îranê de hate diyarkirin ku rêveberiya Tehranê li hemberî DYA’yê ‘di nava bêbaweriyeke kûr de ye’. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Washington berê peyman binpê kirine û dema ku muzakere dom dikirin, êrîşên leşkerî pêk dianîn.

Pizeşkiyan hişyarî da ku eger şer car din gur bibe, wê di aliyê neyînî de bandorê li tevahî cîhanê bike.

Serokê Fermandariya Giştî ya Pakistanê Asim Munîr jî diyar kir ku di encama hevdîtinên 24 saetên dawî de, ‘pêşketinên bi wêrek û girîng’ hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku Munîr li Tehranê bi Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Baqir Galîbaf û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî re jî hevdîtin kiriye.