WHO: Li Kongoyê herî kêm 177 kes mirine

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Komara Demokratîk a Kongoyê heta niha herî kêm 177 kes di şewba Ebolayê ya de mirine.

 WHO: Li Kongoyê herî kêm 177 kes mirine
24 gulan, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daneyên nû li ser şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê parve kirin. Li gorî daxuyaniyê, herî kêm 177 kes ji ber şewbê mirine, her wiha nêzîkî 750 bûyerên gumanbar jî hatine tomarkirin.

Li gorî raporê, ev nexweşî li welatên cîran belav bûye. Uganda pênc bûyerên piştrastkirî yên Ebolayê û du mirin ragihand.

WHO’yê ji ber zêdebûna bûyeran asta rîska ji bo Komara Demokratîk a Kongoyê weke ya "herê bilind” bi nav kir. Asta rîska herêmî jî weke ya “bilind” bi nav kir. Lê belê, rêxistinê diyar kir ku rîska gerdûnî ya şewbê niha kêm e.

Rayedaran ji bo pêşbînîkirina belavbûna berfirehtir a Ebolayê daxwaza tedbîrên tenduristiyê yên navxweyî û hevrêziyeke xurttir bi welatên cîran re kirine.