Îsraîl li Quneytrayê ciwanek girt 

Hêzên Îsraîl li bajarokê Cebata El Xeşeb ê girêdayî Quneytrayê ciwanek girt.

Îsraîl li Quneytrayê ciwanek girt 
24 gulan, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan agahî dan ajansa me ku hêzên Îsraîl piştî nîvî şevê li bajarokê Cebata El Xeşeb bi ser malan de girtine û ciwanek girtine. 

Li gorî heman çavkaniyan ew ciwan sewqî navenda xwe ya leşkerî ku nêzî bajarokê Cebata El Xeşeb kirine.

Her wiha 3 tankên hêzên Îsraîl îro (yekşemê) çûn ser girê El Deriyat ê girêdayî Quneytrayê. Tankên hêzên Îsraîl demeke kurt li girê El Deriyat man, piştre vegeriyan baregehên xwe yên li  Colanê.

Roja şemiyê jî 5 tankên hêzên Îsraîl ketibûn gundê Seyda El Colanê. Ji bo demeke kurt bendên kontrolê danîbûn û nasnameya kesên diçûn û dihatin kotrol dikirin. Piştre jî bendên xwe rakirin û vekişiyan Colanê.

(np)