Tirkiye jî di nav de DYA′yê ceza li sazî û kesayetên ku destekê didin Hûsiyan birî

Enqere û Tehran jî di nav de, DYA′yê ceza li 13 kesayet û saziyên ku destekê didin Hûsiyên li Yemenê birî.

Tirkiye jî di nav de DYA′yê ceza li sazî û kesayetên ku destekê didin Hûsiyan birî
7 kanûn, 2023   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya DYA′yê bi daxuyaniyekê ragihand ku Pasdarên Îranê, Yemen, Tirkiye St. Kitts û Nevis jî di nav de destek dan şebeke û şirketên veguhestina pereyan ji bo Hûsiyan.

Li gorî Wezîrê Xezîneyê Brian Nelson, pereyên ku ji hêla Îranê ve hatine dayîn di pêkanîna êrişên vê dawiyê yên Hûsiyan yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor de bû alîkar. Her wiha got, ev êriş bazirganiya navneteweyî dixe xeterê.

Kesayet û saziyên ku ceza li wan hatine sepandin, tevahî milkên wan tên sekinandin, her wiha qedexeye ku welatiyên DYA′yê dan û standinên bi wan re bikin.

(bb)