PJAK: Azadiya jinê bingehê civakek azad û demokratîke

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan peyamek belav kir û got “Azadiya jinê bingehê her civak û demokrasiyek rastîne. Pêwîste jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî mêrsalarî, sermayedarî, darvekirin û zilma Komara Îslamî ya Îranê rabin”

PJAK: Azadiya jinê bingehê civakek azad û demokratîke
24 mijdar, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

PJAK di destpêka daxuyaniya xwe de dibêje, bêyî têkoşîna ji bo azadiya jinê, tu şoreş û civak ne li ser rêya azadîxwaziyê ye û wiha dom dike: “25’ê Mijdarê rojeke bîranîna têkoşîna dîroka jinan a li dijî hemû cûrên tundûtijiyê, serdestî û sîstema mêrsalariye. Rojeke ku tê de dengê jinên azadîxwaz li beramberî zaliman de bilind dibe ye, têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê carek din dibe berpirsyartiyek dîrokî û civakî. Tundiya li dijî jinan ne diyardeyekî kesî ye, bi nêzîkatiya kesan ve ne sînordare, belkû koka wê ji pêkhateyên desthilat, hişmendiya mêrsalarî, sîstema serdestî, peywendiyên civakî û aborî ve tê. Ji bo vê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, têkoşîneke ji bo guhertina bingehê civakê û rizgarkirina mirovahiyê ya ji hemû şêwazên serdestiyêye.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di felsefeya têkoşîna me de, azadiya jinan ne pirseke ji rêzê ye û ne jî tenê daxwazeke mafparwerane ye, belkû bingeha azadiya civakê û pîvana nirxandina demokrasiya rastîne. Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare wekî civakeke azad bê hesibandin. Serdestiya li ser jinê, yekemîn û kûrtirîn şêwazê serdestiyê ye di dîroka civakî ya mirovahiyê de. Sîstema mêrsalarî bi rêya ji nû ve hilberandina têkiliyên desthilatdariyê, hişmendiyên zayendperest û pêkhateyên newekhev, azadiya jin û mêr bi heman astê sînordar dike. Li ser vî bingehî, rizgariya jinan tenê bi guhertina yasayan yan jî reformên rûberî pêk nayê. Belkû pêwîstî bi şoreşa hişmendiyê, xwehişyarkirin, xwerêxistinkirina azadîxwaz a jinan û ji nû ve avakirina têkiliyên civakî li ser bingeha azadî, wekhevî û jiyana hevbeş a demokratîk heye.”

Di beşek din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku pêşengiya jinên Kurd a di têkoşîna ji bo azadiyê de, yek ji diyartirîn derketinên îradeya dîrokî ya jinan ya ji bo şikandina zincîrên zilmê û vegerandina nasname, îrade û çarenûsa xwe ye û wiha dom kir: “Jinên Kurd bi piştgirêdana bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û bi rêya têkoşîn, rêxistinbûn, hişyarî û berxwedanê, nîşan dane ku jin ne qurbaniyên bêçare yên rewşan in. Belkû di guhertina civakê û avakirina dahatûyeke azad de hêzeke pêşengin.”

Daxuyanî wiha pê de çû: “Ev pêşengî ne tenê têkoşîneke li dijî cudakariya zayendî ye, belkû têkoşîneke li dijî hişmendiya koletiyê, desthilatxwaziyê, neteweperestiya tundrew, serdestiya dewletê û hemû wan pêkhateyên ku jiyanê dixin bin destane. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi rêya girêdana azadiya jinê, mafê jiyanê û azadiya civakê bi hev ve, asoyeke nû ji bo rizgariya mirovahiyê û avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û azad li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dineqişîne.”

PJAK di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em hemû jinên têkoşer û cangoriyên rêya azadiyê yên ku wate dane şoreşa gelê me bibîrtînin, tekezî li ser pêwîstiya hevgirtina cîhanî ya jinan, bihêzkirina têkoşîna rêxistinkirî, parastina li girtiyên siyasî, jinên di bin zextê de û belavkirina çanda azadî, wekhevî û jiyana azad dikîn. Em bawer dikin ku tu civak bêyî azadiya jinan nagihîje azadiya rastîn û tu têkoşîneke di oxira dadperweriyê de, bêyî têkoşîna li dijî mêrsalariyê û sîstema serdestiyê, nagihîje encamê. Heta ku tundûtûjiya li dijî jinan hebe, têkoşîna ji bo azadiyê jî dê berdewam bike. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe.”