Îsraîl careke din êrişê Sûriyeyê kir

Artêşa Îsraîlê bi moşekan gundewarên Şamê û Quneytîra yên başûrê Sûriyeyê topbaran kirin.

Îsraîl careke din êrişê Sûriyeyê kir
7 kanûn, 2023   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, artêşa Îsraîlê bi 8 moşekan gundewarên Şamê û nuqteyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li rojhilatê bajarokê Heder ê gundewarê Quneytîrayê topbaran kirine. Der barê windahiyan de agahî nehatin parvekirin.

Îsraîl ragihand ku êriş wekî berisva êrişa Hizullah a li ser Colanê pêk hat.

Ji destpêka şerê li Xezayê ve Îsraîlê 27 caran êrişî xaka Sûriyeyê kiriye. Di encamê de 28 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên ser bi Îranê ve, her wiha û 2 sivîl hatin kuştin.

(bb)