Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li nexweşxaneya bajêr banka xwînê vekir.

Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
Li nexweşxaneya Tebqayê banka xwînê hat vekirin
8 kanûn, 2023   03:46
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê di 27′ê Tebaxê de dest bi amadekariyên vekirina banka xwînê li nexweşxaneya bajar kiribû û di 5′ê Kanûnê de bank vekir.

Hevserokê Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê Elaa Osman ji ANHA′yê re diyar kir ku vekirina beşê banka xwînê ji bo dabînkirina xwînê ji nexweşan û xelkê Tebqayê re ye.

Elaa Osman destnîşan kir ku banka xwînê dê barê şêniyên sivik bike û xwînê ji tevahî nexweşxan re peyda bike û wiha domand: “Ev beş dê gelek xizmetan wekî FFP, trombosît û cureyên xwînê pêşkêş bike, nemaze ku pêwîstiyên nexweşên hemofîlî û talasemiyê û rewşên lezgîn her tim bi xwînê heye."

Elaa Osman got banka xwînê dê bê pere xizmetan pêşkêş bike, her wiha bang li şêniyan kir ku xwînê bidin.

(bb)

ANHA