Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin

Tîmeke tibî ya Rêxistina Heyva Sor a Kurdî  bangên Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî yên bo piştgiriya rewşa tenduristî bersivandin.

Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin
Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin
Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin
Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin
Heyva Sor bangên kampa koçberên Girê Spî bersivandin
24 îlon, 2024   05:40
EYN ÎSA

Piştî 4 mehan ji rawestîna nuqteyeke tenduristî ya yek rêxistinan, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî banga piştgiriya rewşa tenduristî kir. Ji bo bersivdanê tîmeke tibî ya gerok a girêdayî Rêxistina Heyva Sor a Kurdî kete tevgerê. 

Der barê mijarê de, hevseroka kampê Ezîze Hesen got: "Tîmeke tibî ya Heyva Sor a Kurdî bangên me bersivandin ku xizmetguzariyê di aliyê tenduristiyê de pêşkêş bike. Ew yek piştî nuqteyeke tibî ya girêdayî rêxistinekê sekinî û bandoreke neyênî li rewşa tenduristî kir, pêk hat."

Li kampê 2 nuqteyên bijîşkî hene, ji wan yek girêdayî rêxistina (IRC) ye û bi awayekî demkî (2 roj heftane) dixebite û ev 4 meh e rawestiyaye. Nuqteya din jî girêdayî Rêveberiya Xweser e û tê de kêmasiyên dermanan û kadroyên bijîşkî hebûn û tenê rênîşanên bijîşkî û destwerdanên lezgîn pêşkêş dikirin.

Ezîze di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev tîm alîkariya bo koçberan dewam bike û got: "Em bi hêvî tîma tibî alîkariyê dewam bike. ji ber ku koçber di rewşeke aborî ya giran de ne."

Tîma tibî ya Heyva Sor a Kurdî ku ji çend rojan ve dest bi xebatê kiriye dê li gorî peymanê heta 3 mehên din bi awayekî demkî bixebite. Tîm ji bijîşkekî giştî, hemşîreyeke jinan, şêwirmendê bijîşkî û dermanxane) pêk tê.

Der barê wê de, endama tîmê Muna Eswed ji ajansa me re got: "Em xwedî li banga şêniyên kampê derketin û em ê hewl bidin alîkariyê ji bo tevahî koçberên li kampê pêşkêş bikin."

Muna Eswed diyar kir ku li kêlek xebatên wan hişyariyên ji bo dayiktiyê, nexweşiyên mîna navçûn û nexweşiyên vedigirin hene.

Rêveberiya Xweser di 22'yê Mijdara 2019'an de ji bo welatiyên ku bi dara zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji Girê Spî hatine koçberkirin Kampa Koçberên Girê Spî hat avakirin. Nêzî 7 hezar koçber di kampê de hene.

(mh)

ANHA