`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin û civînên xwe bi kesên Rêber Abdullah Ocalan dîtine re dewam dike. Beşdarên civînê got: "Divê gelê her çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî destê xwe bidin hev."

`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
`Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi dil û can têkoşîn bê kirin`
23 îlon, 2024   22:47
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de ku di 10`ê Îlonê de li Qamişloyê dest bi serdanên malbatan kiribû, îro jî li Mala Apê Yûsif Gulo ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji bo şikandina pergala îşkence û qirkirinê civînek li dar xist.

Di civînê de li ser çawaniya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina pergala îşkence û qirkirinê nîqaş hatin kirin.

`RÊBER APO MIFTEYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN E`

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur anî ziman ku ji bo parastina gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de têkoşînê dike û wiha got: ”Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê em bi hemû heldanên xwe berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku Rêber Apo mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

`JI BO AZADIYA RÊBERTÎ DIVÊ GEL BI DIL Û CAN TÊ BIKOŞE`

Beşdaran anîn ziman ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe ew tu carî azad nabin, ji ber ku azadiya wan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Beşdaran got: "Dema me Rêber Apo dît, me bi hêz, hezkirin, hêvî û coş dît û hembêz kir. Dema ku Rêbertî bi mirov re rûnişt me hîs kir ku mîna em winda bûbûn, me xwe dît. Projeya Rêber Apo di mêjiyê her kesî de hat çandin. Lewra divê gelê cîhanê ji bo azadiya Rêbertî bi dil û can tê bikoşe. Divê gelê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî destê xwe bidin hev.”

Apê Yûsif Gulo tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo ve di 9′ê Mijdara 2021′ê de li taxa Hilêliyê ya rojavayê Qamişloyê di encama êrişa balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn.

(sş)

ANHA