Hisên Osman: Diyalog û pergala nenavendî rêya çareseriya aloziyan e

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman destnîşan kir ku aloziya li ser desthilatê û hegemonyaya li Rojhilata Navîn analîzeke giştî û piralî dixwaze û got diyalog û pergala nenavendîbûnê rêya çareserkirina aloziyan e.

Hisên Osman: Diyalog û pergala nenavendî rêya çareseriya aloziyan e
24 îlon, 2024   04:40
REQA
ENES MIHEMED

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman ji ajansa me re têkildarî nêrîna rêveberiyê ya der barê çareseriyê de axivî.

Osman diyar kir ku alozî û şerên li Rojhilata Navîn, aloziyên siyasî yên di navbera dewletan de mîna Îran û Erebistana Siûdî, aloziyên dîrokî mîna li Filistîn û Îsraîlê, rêya dîtina çareseriyê û aramiyê zehmet dikin.

Osman destpêkê sedemên van aloziyan nirxandin û got: "Pergala siyasî ya li Rojhilata Navîn anku pergala netewedewletê, pergala navendîbûnê ku pergaleke desthilatdar e û nahêle gel tev li biryarê yan jî diyarkirina stratejiyê bibe, bû sedem ku pirsgirêk mezin bibin, gel ne razî be û alozî çêbin.”

Osman wiha domand: "Ji vir diyar dibe ku pirsgirêk, girêk e. Ji ber ku gelek alî destwerdanê li kar û barên Rojhilata Navîn dikin. Li beramber wê, gelên herêmê dixwazin pergalên siyasî yên navendî û desthilatdar, bên guhertin."

‘HEVGIRTINA GEL BINGEHA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER E’

Osman wiha pê de çû: "Heta niha Rêveberiya Xweser gelek pirsgirêk çareser kirin. Rêgeza wê ya yekemîn, neteweya demokratîk û rêveberiya xweser e. Pêkhateyên wê xwedî li vê projeya siyasî dekretin, ji ber ku hevgirtina gel û tevlêbûna wan di birêvebirina herêmê de, bingeh e. Wê rê neda destwerdanên derve."

‘RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERIYA PIRGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN E’

Osman diyar kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêya rêveberiya xweser çareser dibin ku diyalog û hevgirtina pêkhate û baweriyên civakê esas digire.

Osman ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi rêya vê projeyê me hêzên civakî yên li herêmê kirin ye. Ew ê bandor li qada Sûriyeyê bi giştî bike. Ji bo çareserkirina prisgirêkên li Rojhilata Navîn dê çareserî."

Osman doza Kurd wek mînak bi bîr xist û got: "Heta niha civata navneteweyî çareseriyek ji vê dozê re nedîtiye, lê Rêveberiya Xweser çareserî ye."

Li gorî Osman Rêveberiya Xweser wesîleya herî guncew a bidawîkirina aloziyên li Rojhilata Navîn e.

Osman îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyanname pêşkêş kir û bi rêya wê ev peyam da ku diyalog bingeha her çareseriyekê ye.

Osman got: "Di beyannameyê de me teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê û diyalogê kir. Hin alî dixwazin vê projeyê têk bibin, ew jê ditirsin. Ji ber ku nenavendîbûn û pergala demokratîk rêgezên wê yên sereke ne.”

ASTENGÎ Û ZEHMETÎ

Osman bal kişand ser hewldanên hêzên dijberî Rêveberiya Xweser û got: "Ew dixwazin vê projeyê tune bikin lê em di projeya xwe de bi israr in. Ev proje ji bo me xilasiya Sûriyeyê ye. Em ne tenê dixwazin ev proje li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sînordar be lê em dixwazin li Sûriyeyê bi giştî pêk were ji bo ku di dawiyê de çareseriyeke rastîn ji aloziyê re bibînin."

(şx)

ANHA