Til Avîvê pêşniyara Misrê ya têkildarî agirbestê pêşwaz kir

Berpirsekî Îsraîlê da zanîn ku atmosfera dan û standinên têkildarî agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de erênî bû. Serokê Misrê jî ragihandibû ku Misrê ji bo agirbesta di navbera herdu aliyan de ji bo 2 rojan, pêşniyarek kiribû.

Til Avîvê pêşniyara Misrê ya têkildarî agirbestê pêşwaz kir
28 cotmeh, 2024   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî Îsraîlê da zanîn ku atmosfera dan û standinên Dohayê yên li ser agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de erênî bû. Berpirs destnîşan kir ku şandeyên beşdar gotin dê di rojên bê de civînekê li ser mijarê li dar bixin.

Berpirsê ku navê xwe aşkera nekiriye ji kenala 12ʹan a Îsraîlê re ragihand ku şandeyên beşdar lêkolînên fireh dikin û pêşniyara Misrê ya li dan û standinên di ber çavan re digirin.

Duh, serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî ragihandibû ku Misrê beyannameyek ji bo agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de ji bo 2 rojan pêşkêş kiribû. Di wê çarçoveyê de 4 girtiyên Îsraîlî li hemberî çend girtiyên Filistînî tên berdan.

Sîsî di civîneke çapemeniyê de bi hevpîşeyê xwe yê Cezaîrî re li Qahîreyê diyar kiribû ku armanc ji beyannameyê agirbest pêk were, her wiha nerazîbûna xwe li hemberî koçberkirina Filistîniyan ji Xezayê nîşan da.

(mh/fr)