Partî û tevgerên siyasî êriş şermezar kirin

Partiyên siyasî, meclis û tevgerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li aliyên pêwendîdar kir ku dawî li êrişan bînin.

Partî û tevgerên siyasî êriş şermezar kirin
Partî û tevgerên siyasî êriş şermezar kirin
Partî û tevgerên siyasî êriş şermezar kirin
Partî û tevgerên siyasî êriş şermezar kirin
28 cotmeh, 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî, meclis û tevgerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Konferansê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê - Yekîtî û Meclisa Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyeke hevbeş de ku ji aliyê hevserokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Xerîr ve hat xwendin de, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Daxuyaniyê bang li "gelê Sûriyeyê û hemû hêzên siyasî yên niştimanî kir ku vê destdirêjî û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser axa me şermezar bikin", her wiha bang li hikûmeta Şamê jî hat kirin ku berpirsyariya xwe li "hember van kiryarên terorîstî yên li dijî gelê Sûriyeyê bi cî bîne".

QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk di daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê buroya rêxistina tevgerê Samî Elî ve li ber avahiya tevgerê ya Qamişloyê hate xwendin de, ev êriş şermezar kirin.

Daxuyaniyê bang li rêxistinên mirovî û navnetewî kir ku "zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dest ji kiryarên xwe yên êrişkar berde û pirsgirêka Sûriyeyê li gorî biryara navnetewî ya 2254 bi rêyên demokratîk çareser bike."

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbesiyê jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokrasî ya Sûriyeyê, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Roj a Kurdistanî, Partiya Avakirin û Pêşdebirina Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryaniyan, Partiya Muhafezekaran Kurdistanê, Kongra Star, Destya Nîştimanî ya  Erebî, Partiya Sûriya Pêşerojê,  û Partiya Biratiyê ya Kurdistanê jî daxuyaniyek hevbeş da.

Daxuyanî li ber avahiya PYDˈê ji aliyê sekreterê Partiya Biratiyê ya Kurdistanê Ednan Gêlo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên nîştimanî û demokrat ên li welat û derve hat kirin ku hemberî êrişan helwesteke hevpare bidin.

EYN ÎSA

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Bajarê Girê Spî jî bi heman armancê daxuyanî da.

Daxuyanî li Eyn Îsayê ji aliyê rêvebera Komîteya Şaredariyan Ruqeya El Mihawiş ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin û hate gotin: "Tevî ku ev êriş li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ne, lê tu kes dengê xwe nake."

(k)

ANHA