Feysel Yûsif: Em ê ji bo avakirina komîteyek biçe Şamê bicivin
Berdevkê ENKS`ê Feysel Yûsif destnîşan kir ku hîna komîteya ku dê biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, nehatiye avakirin û ji bo wê di demeke pêş de wê li hev bicivin.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif der barê gavên piştî lidarxistina "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" û pêkanîna biryara avakirina şandeyekê de, ku bi desthilata Şamê re nîqaşan bike, ji ANHA`yê re axivî.
Feysel Yûsif da zanîn ku hîna wan dîroka civîna piştî konferansê, ya ji bo zêdekirina têbîniyên ku di konferansê de hatin gotin, diyar nekiriye û wê di demeke pêş de bê lidarxistin.
Feysel Yûsif diyar kir ku wan komîteya ku biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, hîna ava nekiriye û got: “Nêrîn û pêşinyar hene, lê hîna biryara dawî ya ji bo van nêrîn û pêşniyaran nehatiye dayîn."
(sb/fr)
ANHA