Tevahî gelê Başûr roja înê bo Rojava diherike qadan

Roja înê di bin dirûşmeya ‘Yekdengiya Kurdan’ li hemû deverên Başûrê Kurdistanê wê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.

Tevahî gelê Başûr roja înê bo Rojava diherike qadan
28 ÇILE, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya berdewamkirina helwesta netewî a piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê, biryare roja înê (30’ê Çileyê) li hemû deverên Başûrê Kurdistanê wê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî werin lidarxistin.

Ev biryar jî di demekê de ye ku duh li Silêmaniyê ji bo piştgiriya Rojava çendîn çalakiyên hunerî û werzîşî hatin lidarxistin.

Hemû amadekarî ji bo beşdarbûna xwepêşandan û çalakiyên girseyî yên roja Înê yên bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.

Li gor biryara organîzerên çalakiyên girseyî, wê roja Înê di saet 14:00’an de li hemû deverên Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan were kirin.