Li devera Til Leben a rojavayê Hesekê 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Til Leben ê Çiyayê Kizwana yê rojavayê bajarê Hesekê kir, şervanên YPJ û QSDˊê bersiv da, 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 2 wesayîtan jî derbe xwarin.

Li devera Til Leben a rojavayê Hesekê 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn
28 ÇILE, 2026   21:44
NAVENA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Til Leben ê Çiyayê Kizwana yê rojavayê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kir.

Çavkanî daxuyand ku şervanên QSD-YPJˊê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da, 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin derbekirin.

Ev êriş, di demekê de agirbest hatiye ragihandin, pêk tê.

(fr)