Li Almanya û Danîmarkayê diruşmên "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin

Li bajarên Stuttgart û Halle yên Almanyayê û li bajarê Hederslev ê Danîmarkayê Kurdistanî û dostên wan çalakiyên piştevaniya Rojava didomînin û bi yek dengî diruşmên "bijî berxwedana Rojava", "Gelê Kurd yek e" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîr dikin.

Li Almanya û Danîmarkayê diruşmên "Gelê Kurd yek e" hatin berzkirin
28 ÇILE, 2026   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Almanya û Danîmarkayê bi girseyî Kurdistanî û dostên wan diherikin qadan û êrişên çeteyên hikumeta demkî, DAIŞ û dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar dikin.

SCHLOSSPLATZA

Li Schlossplatza bajarê Stuttgart ê Almanyayê, çalakiyên “Rojava Biparêze” û “Bila Hêzên Dagirker Bicehimin” ku li dijî êrîşên li ser Rojava tên lidarxistin, îro jî dewam kir.

Hate ragihandin ku nêzî 80 kes tevlî protestoya ku birêkûpêk tê lidarxistin, bûn. Hate diyarkirin ku berpirsyariya organîzasyona îro ya çalakiyê, komeke cuda girt û li gorî hefteyên berê di tevlîbûna çalakiyê de kêmbûn çênebû. Di protestoyên ku demeke dirêj e dewam dike de, hate destnîşankirin ku tevlîbûn bi îstîkrar, lê bi sînor e.

Di tevahiya protestoyê de dirûşme hatin berzkirin. Çalakvanan li dijî êrîşên li ser Rojava bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku helwestekî bi hestiyar û çalak bigrin.

HALLE

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Halle (Saale) yê Almanyayê jiyan dikin, protestoyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava ji roja ewil heta niha didomînin. Çalakvanên ku îro di saet 16:00’an de li Marktplatzê li hev civiyan, dema ku êrîşên li ser Rojava protesto dikirin, rastî êrîşê komeke alîgirê Colanî hatin.

Her wiha jineke Kurd diyar kir ku dema duh bi şev diçû qada çalakiyê di tramvayê de rastî êrîşê hatiye û got ku êrîşkar destpêkê heqeretan kiriye û dema ku ew xwestiiye vê rewşê bi telefona xwe tomar bike, rastî êrîşa fîzîkî jî hatiye. Jin, anî ser ziman ku ciwanê alîgirê Colanî, bi pixînan êrîşê wê kiriye û bi mudaxeleya kesên derdor rawestiyaye.

Çalakvana ku rastî êrîşê hat, giliyê sûcê kir.

DANÎMARK

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hederslev ê herêma Sonderjylland ê Danîmarkayê, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava protesto kir. Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya şaredariyê ya li herêma Sonderjyllandê li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşan dan.

Çalakvanan bang li raya giştî ya navneteweyî û xwecihî kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin. Di axaftinan de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê hate kirin û hate destnîşankirin ku li bajêr, bi taybet sotemenî, xurek, derman û şîrê pitikan, pêwîstiyên bingehîn li ber qedandinê ne.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd Yek e” bi dawî bû.