Telal Mihemed: Biryarnameya dawî ne li gorî daxwazên gelê Kurd e

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Telal Mihemed, biryarnameya serokê hikumeta demkî di derbarê ziman û çanda Kurdî de rexne kir û diyar kir ku ew ne li gorî daxwazên gelê Kurd e û ne jî têkoşîn û qurbaniyên wan nîşan dide. Mihemed banga vegera li peymana 10`ê Adarê û nivîsandina destûrek hevbeş kir.

Telal Mihemed: Biryarnameya dawî ne li gorî daxwazên gelê Kurd e
18 ÇILE, 2026   07:30
QAMIŞLO

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Telal Mihemed, li ser biryarnameya serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya derbarê ziman û çanda Kurdî de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew biryar ne li gorî asta daxwaz û têkoşînên gelê Kurd e û ti bandorên erênî yên rastîn li ser pêvajoya çareseriyê li Sûriyeyê nake.

HEWLDANEK JI BO RAZÎKIRINA RAYA GIŞTÎ YA KURD

Telal Mihemed diyar kir ku ev biryaname piştî hewldanên ji bo razîkirina raya giştî ya Kurd hat dayin, bi taybet piştî sûcên ku ji hêla komên girêdayî hikumta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin. Van sûcan bûn sedema bertekên navneteweyî û herêmî û rexneyên û ji hêla dîplomat û endamên Senatoya DYA`ê ve hat rexnekirin û gefa  sepandina cezayan hat xwarin .

MAFÊN KURDAN NE TENÊ ÇANDÎ NE

Telal Mihemed destnîşan kir ku mafên gelê Kurd ne tenê bi ziman, çand û nasnameyê ve sînordar in, û got, "Em Kurdên Sûriyeyê ne, û em dixwazin bibin welatiyên rastîn ên Sûriyeyê. Mafên me berî ku çandî bin, siyasî û destûrî ne."

Mihemed da zanîn kir ku Nowruz ji bo gelê Kurd cejneke neteweyî ye, ew daxwazek dîrokî ya tevgera neteweyî ya Kurd e ku ji pêncî salan zêdetir e. Her wiha ku biryarname qurbaniyên ku Kurdan di 14 salên krîza Sûriyeyê de dane nîşan nade.

Mihemed rexne li paşguhkirina mijarên bingehîn ên di biryarnameyê de kir, bi taybet: "siyasetên Kembera Erebkirinê û guhertina demografîk, û nevegerandina niştecihên koçber ên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bo deverên wan ên resen." Her wia  diyar kir ku ev pirsgirêk bi biryarnameyên ku dikarin werin betalkirin nayên çareserkirin.

TÊKBIRINA PEYMANA 10`Ê ADARÊ

Mihemed destnîşan kir ku divê hikumeta demkî vegere peymana 10`ê Adarê ya di navbera El Şeri û Mezlûm Ebdî de hatî îmzekirin, û diyar kir ku biryarnameyê û daxuyaniyên dawî şansên ji nû ve destpêkirina diyalogê li ser bingeha vê peymanê xera kirine.

BANGA DESTÛREKE LIHEVKIRÎ Û NENAVENDÎKIRINÊ

Telal Mihemed piştrast kir ku siyaseta Kurd ji destpêkê ve zelal bû: "Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû Sûriyeyiyan, destûreke lihevkirî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike, û pergaleke demokratîk a nenavendî."

Telal Mihemed di dawya axaftina xwe de got ku çareserî ne di biryarnameyên demkî de ye, lê di hevkariyek rastîn bo nivîsandina destûra Sûriya nû de ye.

(k)

ANHA