QSD: Nûçeyên têkildarî Tebqayê derew in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (QSD) ragihand ku nûçeyên dibêjin çeteyên himumeta demkî ketine bajarê Tebayê ne rast in.

QSD: Nûçeyên têkildarî Tebqayê derew in
17 ÇILE, 2026   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDê der barê rewşa li kantona Tebqayê daxuyaniyeke kurt da.

QSD`ê got ku nûçeyên dibêjin çeteyên himumeta demkî ketine bajarê Tebayê ne rast in.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hêzên me li cihên xwe ne, û bajarê El Mensûra bi tevahî ji hemû şaneyên ku hewl didan ewlehiyê têk bibin, hatiye paqijkirin.

(k)