‘Gotinên sorkirinê û ragihandina siyasî çavkaniya nakokiyan in’

Îmam û meleyên mizgeftan li Hesekê banga yekîtî û aştiya navxweyî, redkirina nefretê û jiyana hevbeş kirin. Meleyan li hember ragihadina siyasî û destwerdanên biyanî yên ku dixwazin di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de pevçûnan derxînin hişyarî dan.

‘Gotinên sorkirinê û ragihandina siyasî çavkaniya nakokiyan in’
18 ÇILE, 2026   05:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Îmam û meleyên mizgeftan li Hesekê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bal kişandin li ser girîngiya redkirina dabeşbûn û cudakariyê û banga jiyana aştiyane û hezkirina di navbera welatiyan de kirin.

'DESTWERDANA DERVE Û RAGIHANDINA SIYASÎ HEWL DIDIN DI NAVBERA ME DE FITNEYÊ DERXÎNIN'

Şêx Ehmed Casim El Ehmed, Meleyê Mizgefta Zû El Nureyn ya li bajarê Hesekê diyar kir ku ew li dijî zimanê nefretê, dabeşbûnê û cudakariya nijadî ne, û li dijî hemû kesên ku mirovan dabeş dikin û dabeşbûnê teşwîq dikin, nemaze dezgehên ragihandinê yên siyasî.

Şêx Ehmed anî ziman ku "Pêxember, bi rêya Peymana Medîneyê, ku ji 52 xalan pêk tê ji bo jiyana aştiyane di navbera mirovan de, bingeha Îslama rastîn danî, di nav de gotina wî jî ev e: Misilman, xelkê Medîneyê û Cihû yek milet in û li dijî kesên ku li dijî wan derdikevin yek in. Pêxember hezkirin û aştî di navbera mirovan de pêk anî.

Di dawiyê de, Şêx Ehmed peyamek ji civak û ciwanên herêmê re şand û got: "Divê em vegerin jiyana hevbeş a ku zarok û bav û kalên me jiyan kirine, divê em welatê xwe ava bikin ji ber ku em hemû Sûriyeyî ne. Ez bang li xelkên herêmê kir ku bi ragihandina alîgir re mijûl nebin, nebin amûrên kuştin û êrişkariya li dijî gelê xwe, li dijî kesên ku hewl didin pevçûnê gur bikin û gotinên nefretê belav bikin, bi hev re bisekinin."

HEMÛ PEYAMÊN ÎLAHÎ NEFRETÊ ŞERMEZAR DIKIN

Mele Nasir Ehmed ji bajarê Hesekê destnîşan kir ku di tevahiya dîroka peyamên îlahî de, gotinên nefretê hatin redkirin û çareserî ji bo wê hatin danîn, ew bi aştî, hezkirin, biratî û edaletê hatin guhertin. Her wiha ew ji cudahiya ziman û rengên xwe hez kirin, da ku civak bigihîne qonaxek bêkêmahî û yekbûnê."

Nasir Ehmed piştrast kir ku ew wekî gel, bi hezaran salan bi hev re dijîn û gelek tişt me yek dikin, di nav de adet, kevneşopî, xizmtî, dîrok û erd. divê ew tercîhê nedin wan kesên ku hewl didin vê jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibin, ji ber ku ew ê di vê yekê de bi ser nekevin.

KURD Û EREB LI SER VÊ AXÊ BIRAYÊN HEV IN Û DIVÊ BI HEZKIRIN BIJÎN

Di heman çarçoveyê de, Mele Mihemed Elî, got: "Di sala me ya nû de, em hêvî dikin ku ew ji bo Sûriyeyê û tevahiya cîhanê saleke xêr û aştiyê be. Divê mirov ji gotinên nefretê dûr bisekine, ji ber ku peyamên ezmanî hatine da ku mirov bikaribin bi aştî û aramiyê bijîn, divê bawermend di axaftin, tevger û mirovahiya xwe de milyaketek be."

El Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di van şert û mercan de û bi destpêka sala nû re, divê ew bibe saleke aştiyê û zimanê diyalog, avakirin û pêşkeftinê serdest be, ne zimanê kuştinê. Kurd û Ereb bira û kurên vê axê ne û divê ew bi hezkirin di navbera xwe de bijîn û zimanê aştiyê di navbera her kesî de serdest be."

(ac)

ANHA