Sûriyeyê di navbera zexta Îsraîlê û zehmetiyên avakirina dewletê de

Medyaya erebî, li ser projeya Îsraîlê ya li hember Sûriyeyê û sînorên danûstandinan bi Şamê re, zehmetiyên avakirina dewletê li Sûriyeyê, bi taybetî di asta aborî û civakî de, nivîsî.

Sûriyeyê di navbera zexta Îsraîlê û zehmetiyên avakirina dewletê de
2 îlon, 2026   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî, îro der barê projeya Îsraîlê ya li hember Sûriyeyê û sînorên danûstandinan bi Şamê re, her wiha ser zehmetiyên avakirina dewletê, bi taybetî di asta aborî û civakî de, nivîsî.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek bi sernavê "Îsraîl ji Sûriyeya Nû çi dixwaze?" weşand, ku nêrîna Îsraîlê li ser veguherînên berdewam ên li Sûriyeyê, li ser bingeha helwestên nîv-fermî yên Îsraîlê û analîzên ku ji hêla pispor û navendên lêkolînê ve hatine weşandin, lêkolîn kir.

Di gotarê de tê gotin ku Îsraîl Sûriyeya nû wekî ku ketiye qonaxek cûda dibîne, bi taybet bi dûrketina Şamê ji Îran û torên wê yên li herêmê. Lêbelê, Tel Aviv naxwaze bê berdêl tawîzan bide û her vekişînek ji cihên ku ew di nav axa Sûriyeyê de kontrol dike divê bi rêkeftinên ewlehiyê yên bicîhkirî ve girêdayî be, di nav de bêçekkirin û pêşîgirtina li bicihkirina hêzên ku Îsraîl wekî dijmin dibîne.

Gotar her wiha destnîşan dike ku Îsraîlê veguherînên heyî wekî nîşanek hevpeymaniyek stratejîk a aram a di navbera Şam û Tel Aviv de nabîne, ji ber lawaziya rewşa navxweyî ya Sûriyeyê, berdewamiya aloziyên mezhebî, pirbûna komên çekdar û rola Tirkiyê ya zêde li Sûriyê.

Malpera El Moodon gotarek bi sernavê "Danûstandin Tenê Hûrguliyek e... Pêşketinên Projeya Îsraîlê li Sûriye û Lubnanê" weşand, ku danûstandinên Sûrî-Îsraîlî di çarçoveyek berfirehtir a têkildarî projeya Îsraîlê li herêmê de dinirxîne û  diyar dike ku pêvajoya danûstandinan divê qada pêşkeftinên siyasî nexapîne.

Pirsa avakirina Sûriyeyek nû ji hundur ve, bi taybet li ser astên aborî û civakî, îro jî di medyaya erebî de bû mijara sereke.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek bi sernavê "Ji bo ku em sedemên şoreşê li Sûriyeyê dubare nekin" weşand, tê de hişyarî da ku veberhênan tenê wekî pereyên ku dikevin welêt neyên dîtin, her wiha diyar kir ku ev pirsgirêk bi bingeha polîtîkayên aborî û saziyên ku dê ji vegera wan sûd werbigirin ve girêdayî ye.

Gotarê destnîşan kir ku nêzîkî sedî 90`ê welatiyên Sûriyeyê di bin xeta xizaniyê de dijîn û ji nû ve avakirina ku li ser milkên luks, otêlan û projeyên ku ji bo beşek sînorkirî ya nifûsê têne armanc kirin, dibe ku cudahiya civakî zêde bike li şûna ku wê çareser bike.

(k)

ANHA