Meclisa Ol û Baweriyan êrişên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin

Meclisa Ol û Baweriyan binpêkirinên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandêrên li perav û naverasta Sûriyeyê şermezar kirin û banga rawestandina binpêkirinan kir. Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî yên parastina sivîlan bi cih bînin.

Meclisa Ol û Baweriyan êrişên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin
29 kanûn, 2025   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên hikumeta veguhêz ên li dijî xwepêşandêrên li perav û naverasta Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li perava Sûriyeyê xwepêşandanên aştiyane yên gel li dar ketin. Xwepêşandêran banga azadî, rûmet û avkrina Sûriyeyeke federal a demokratîk ku mafên hemûyan biparêze kirin. "

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "hêzên hikumeta veguhêz bi tundî bersiva xwepêşandêran ku rû bi rûyî gule û tirsandinê hatin. Di encamê de ji sivîlên aştîxwaz şehîd bûn û birîndar çêbûn."

Meclisê binpêkirinên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin û destnîşan kir ku ev binpêkirin ji êrişên plankirî yên li dijî Durziyên li Siwêda, tirsandina Xiristiyanan piştî êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas, hedefkirina Dêra Seyda Eza, her wiha êriş û ambargoya li ser Kurdên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiyên li dijî Elewiyên li peravê, qut nîn in.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev sûcên sîstematîk piştrast dike ku ev hêzanan bi pirrengiya sûryeyî bawer nakin û rêz nadin xwîna pîroz a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê.

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku siyasetên xwe li hemberî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê ji nû ve binirxîne, berjewendiyên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di ser her tiştî re bigirin.

Meclisê bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt hat gotin: "Modela herî bêhempa û herî serketî ya jiyana hevbeş û xwişk û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li van herêman tevahî pêkhateyên etnîkî û olî di bin sîwanê hezkirin, rûmet û rêzdariya li hemberî hev din de dijîn. Ev model ji aloziya Sûriyeyê re deriyê çareseriyê ye."

Meclisê bang li raya giştî ya cîhanê û hêzên pêşverû û demokratîk kir ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin, li hemberî sûcên li dijî xwepêşandêrên aştîxwaz ên li perav, Hums, Siwêda û Helebê û tevahiya Sûriyeyê bi cih bînin.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên olî yên cîhanê, di ser de yên Xiristiyan û Îslamî kirin ku zextên li navendên navneteweyî yên biryardanê bikin da ku piştgiriya xwe ji bo hikumeta veguhêz rawestîne. Hate gotin, ev hikumet îfadeya hêviyên sûriyeyiyan ên di azadiyê bi cih nayîne, lê destpotîzmê bi rengekî nû hildiberîne.

(b)