Sûriye, Xeza û Yemen rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku rakirina cezayan li ser Sûriyeyê destpêka qonaxeke aloztir e û jinûve avakirina welat girêdayî xebateke cidî ya rêveberiya nû ye. Hate gotin Netanyahu rewşeke meydanî ya nû li Xezayê ferz dike ku ji agirbestekê wêdetir ber bi guhertineke daîmî ya sînoran û hevkêşeyên rêgirtinê ve diçe. Di heman demê de projeyên veqetînê li Yemenê, guhertineke xeternak di nexşeya şer de nîşan dide.

Sûriye, Xeza û Yemen rojevên rojnameyên erebî ne
22 kanûn, 2025   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da jinûavakirina Sûriyeyê piştî rakirina cezayan, plana serokwezîrê Îsraîlê ji bo Xezayê, her wiha geşedanên li Yemenê û îhtîmalên cudabûna başûr.

‘DERFET Û METIRSIYÊN DI AVAKIRINA SÛRIYEYÊ DE PIŞTÎ RAKIRINA CEZAYAN’

Rojnameya El Ereb têkildarî rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku rakirina cezayan destpêka qonaxeke aloztir e, ne dawiya êş û azaran e. Hate gotin “jinûveavakirin amûra dermankirina civakê ye bi qasî ku rêya pêşketina aborî jî.”

Li gorî rojnameyê, serketina vê rêyê girêdayî mîsogerkirina rêveberiyeke şefaf û saziyên ku karibin plane bikin û pêk bînin e. Rojnameyê hişyarî da ku berdewamiya gendeliyê, bêkarî, xizanî û vegera bi milyonan penaberan dibe ku her projeyeke avakirinê têk bibe eger bi planên geşepêdanê yên ku derfetên kar ên rastîn diafirînin, nebe.

Li gorî rojnameyê, şîrovekar diyar dikin ku “derfeta berdest kêm e û dibe ku neyê dubarekirin, lê gefên bi wê re mezin in. Ev yek dike ku jinûveavakirinê ceribandina hêza rêveberiya nû ye, di heman demê de ceribandina cidiyeta piştevaniya navneteweyî û hêza Sûriyeyan e ku gelo wê bikarin mîrateya parçebûnê derbas bikin?

’GUHERTINA SÎNOR Û SOZÊN NETANYAHU’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku cih da dosyaya Xezayê, diyar kir ku Xezayê li bendewariyê dijwar dijî, li benda biryar û sozên serokê hikumeta Îsraîlê Benjemin Netanyahu û hesabên rêveberiya Amerîkayê ne.

 Rojnameyê îşaret pê kir ku “Netanyahu di manevrayên bi rêvebiriyên Amerîkayê re baş e û li gel lihevkirinên agirbestê jî rewşên nû yên meydanî ferz dike. Di heman demê de hewl dide bi rêya tedbîrên ewlehiyê û herêmeke ewle li Xeza, başûrê Lubnanê û eniya Sûriyeyê şeklê sînor biguherîne.”

‘YEMEN: GELO PLANA CUDABÛNA BAŞÛR DÊ BI SER BIKEVE?’

Der barê Yemenê de, rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku Yemenê bi pêşveçûneke leşkerî ya metirsîdar şiyar bû û wiha parve kir: “Hêzên Meclisa Veguhêz a Başûr ên ku Îmarat piştgiriya wan dike, kontrolkirina xwe li ser parêzgeha Hedremût ragihand. Piştre jî bandora xwe li ser Qesra Maeşiq a Edenê berfireh kir. Ev jî bû sedema derketina hikumeta rewa ji paytexta demkî."

Rojnameyê destnîşan kir ku ev tevger nexşeyeke nû ya pevçûnan diyar dike, her wiha rê li ber cudabûna başûr û ragihandina statuyeke nû vedike, nemaze di demekê de ku helwestên hikumeta Yemenê ne zelal in.

Rojnameyê bal kişand ser analîzekê ku rojnameya Yedioth Ahronoth ya Îsraîlê weşandiye û tê de hatiye gotin, avakirina statuya başûrî ya serbixwe dê bandorê li hevsengiyên herêmî bike û berjewendîyên Îsraîlê jî bike, nexasim ji ber kontrolkirina rêyên girîng ên deryayî yên wekî Tengava Bab El Mandab û Deryaya Sor.

(b)