Artêşa Îsraîlê careke din ket Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê careke din ketin gundewarê Quneytîrayê.

Artêşa Îsraîlê careke din ket Quneytîrayê
22 kanûn, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên artêşa Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê dewam dikin.

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat duh êvarî ket gundê Mişêrfê yê Quneytîrayê. Yekîneyê piştre vegeriya baregehên xwe yên Colana dagirkirî.

Hate ragihandin ku yekîneyeke din ku ji baregeha El Ednaniye derket, li ser rêya Semedaniye û Ecrefê bendeke demkî danî.

Yekîneyeke din ku ji 5 erebeyan pêk dihat ket xaçerêya gundê Seyda yê başûrê Quneytîrayê û piştî demek kurt vekişiya.

Nehat zanîn ku pevçûn bi şêniyan re an jî zerar ji ber van tevgeran çêbûne yan na.

(b)