Rewşenbîrên Siweydayê: Divê destûr ji aliyê pisporan ve were amadekirin

Çalakvan û rewşenbîrên ji herêma Siweydayê, diyar kirin ku divê ji bo welatekî azad û bi rûmet, destura bingehîn ji aliyê pisporan ve were amadekirin û meclis nûneriya hemû pêkhateyan bike. 

Rewşenbîrên Siweydayê: Divê destûr ji aliyê pisporan ve were amadekirin
4 tîrmeh, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakgerên ji bajarê Siwêda yê Suriyeyê ku tevlî xwepêşandanên li dijî siyaseta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dibin, ji ANHA’yê axivîn. 

Dr. Luceyn Hemze diyar kir ku Sûriyeya îroyîn, weke ku şoreşgeran hêvî dikir û ji bo wê ruh, mal û milkên xwe dane nîn e, berevajî wê rewşa wê nebaş bûye. Luceyn Hemze anî ziman ku  desthilatek defakto welat kontrol dike, bi rêya saziyên leşkerî û oldarên xwe zextê li ser civakê çêdikin.

Luceyn bal kişand ser ku pêwîstiya Sûriyeyê bi hêmanên bingehîn ên weke destûrek bingehîn ku  hilbijartinên serbixwe yê Meclisa Nûneran mîsoger dike û rê vedike ku meclis karibe kar û barên welat bi rê ve bibe, heye.

‘DIVÊ DESTUR JI ALIYÊ PISPORAN VE WERE AMADEKIRIN’

Luceyn anî ziman ku pergala federaliyê ji bo pêşeroja welat sîstemek pêşketî ye û got: "Federalî hinek caran şaş tê fêmkirin û wekî ku rêbazeke cudaxwaziyê ye tê nîşandan, lê di cewher de pergaleke rêveberiyê ya pêşketî ye, xweseriya herêman misoger dike. Pêkhate û baweriyan di bin yek sîwaneyê de dike yek, hemû çand bêyî paşguhkirin an jî atengkirin bi rihetî bi awayekî azad tên jiyankirin.”

Dr. Luceyn anî ziman ku ji bo sazkirina destûreke nû pêwîstî bi pisporiya qanûnî û rewşenbîriyê heye, ne ku ji aliyê kesên girêdayî pergala hikumraniya berê ve were çêkirin.

DR. SEÎD: SURIYEYIYAN JI BEŞDARIYA PÊŞEROJÊ MEHRUM DIKE

Dr. Seîd El Ek jî bal kişand ku piştî hilweşîna rejîma Baas Suriye di bahozeke siyasî û aborî de dijî û sedema wê weke nebûna saziyên hilbijêr ên rast nîşan da.

El Ek diyar kir ku niha avakirina Meclisa Nûneran a ku divê temsîla gel bike, di rojevê de ye, lê ev meclîs ji vîna gel dûr e, di bin kontrola desthilata navendî de ye û ev jî Sûriyeyiyan ji beşdarbûna xêzkirina siberojê mehrûm dike. 

El Ek destnîşan kir ku di konferansa piştî hilweşîna rejîmê li Şamê hatibû lidarxistin de daxwazên gel li ber çavan nehatine girtin, beşên berfireh hatine paşguhkirin û xîtabeke dûrî edalet û hemwelatîbûnê hatiye kirin.

El Ek feraseta ku mezheb bûnê ferz dike û tu qanûn li pêşiya wê nîn in, rexne kir û diyar kir ku ev feraset li ser birîna Sûriyeyiyan xwe bi hêz dike û bûyerên li perav (sahil), Eşrefiye û Siwêdayê wekî mînak nîşan dan.

BANGI BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Çalakger Lîna El Hecar jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: "Ev xwepêşandan ji bo pêkanîna xewna Sûriyeya nû ku tevahî beşên ciwan û zanistê bigire nava xwe, dewam dikin. Hikumeta veguhêz armancên şoreşê pêk ne anîn. Ez bang dikim ku têkoşîna ji bo welatekî azad û bi rûmet ku edalet tê de heye, têkoşîn were bilindkirin.

(fr)