Xelkê Amûdê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir

Xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê daxwaza hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya wî temsîla cewhera xwestekên wan dikin û bingeha çareserî û aştiya li herêmê ye.

Xelkê Amûdê daxwaza hevdîtina Rêber Apo kir
4 tîrmeh, 2025   06:15
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Xelkê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê diyar kir ku daxwaza wan a cewherî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, û ew bikarin wî bibînin û dengê wî bibihîsin. Her wiha şêniyan got azadiya wî klîta çareserî û aştiyê li Rojhilata Navîn e.

Welatî Xelat Mela Îbrahîm amaje bi girêdana xwe ya kûr bi fikra Rêber Apo re kir û daxwaz kir ku bi awayekî lez azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Xelat wiha got: "Em hêz û hêviya xwe ji Rêbertî werdigirin û em dixwazin wî di nava xwe de bibînin. Em hevdîtinên wî bi malbatê re bes nabînin." Xelat destnîşan kir ku fikra Rêber Apo ew ji tirsê xelas kir û bi saya wî êdî jin di tevahî qadan de xwedî rola aktîv e.

Welatî Ebdulbaqî Dawî yê ku di 1991’ê de Rêber Apo li Lubnanê dîtiye diyar kir ku beşdariya girse di meşan de ji baweriya mirovan a bi projeya Rêber Aştî û Civaka Demokratîk tê. Dawî got: "Em bi hêvî ne wî di demeke nêz de bibînin, ji ber ku ew ji bo me ronahî û jiyan e." Dawî anî ziman ku hîna gotinên wî di mejiyê min de ne.

Welatî Menwer Xalid ji ber banga Rêber Apo ya aştî û felsefeya wî ya berfireh, qonaxa heyî niha bi dîrokî wesif kir û got: "Em ji çend salan ve li ser fikra Rêbertî dimeşin, ji ber ku ew fikir di tevahî aliyan de, ne tenê dozekê, mirovan nîşan dide."

Menwer di dawiyê de, diyar kir ku "Her dayikek Rêbertî di xewnan de dibîne û ez jî wî di xewnên xwe de dibînim û kêfxweş dibim."

Li Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meş û çalakî didomin.

(fr)

ANHA