Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin

Pisporên tenduristiyê diyar kirin ku ji ber germahiya havînê û bikaranîna ava ne paqij, nexweşî belav bûne û ji welatiyan xwestin di germahiyê de dernekevin derve û ava paqij vexwin.  

Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin
Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin
Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin
Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin
Bijîşkan hişyarî da: Di germahiyê de dernekevin, ava paqij vexwin
4 tîrmeh, 2025   05:05
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li bajarê Kobanê bi zêdebûna germa havînê re nexweşiyên wekî êşa mîde, rûvî, verişîn û hinavêşî (virik-navçûn) belav bûne.

Li gorî agahiyên ku pisporên tenduristiyê dane ANHA’yê rojane gelek kes serî li nexweşxaneyê didin.

Bijîşka Nexweşxaneya Miştenûr Evîn Xelîl diyar kir ku nexweşî ji ber germahiya zêde û ava ne paqij belav dibin û bal kişand ku piranî kesên bi van nexweşiyan dikevin zarokên di bin 5 saliyê de,  jinên ducanî û kesên temen mezin ên nexweşên şekir û bêhntengiyê ne. Evîn Xelîl da zanîn ku gelek kes bi van giliyan serî li Nexweşxaneya Miştenûrê didin û tên dermankirin.

Evîn Xelîl bal kişand ku ev nexweşî piranî ji ber germahiya zêde û ava ne paqij derdikevin û wekî virûsekê belav dibin.

‘JI MALÊN XWE DERNEKEVIN, PIR AVÊ VEXWIN’

Evîn Xelîl diyar kir ku divê welatî avê bikelînin û piştî sarkirinê vexwin. Evînê got ku divê di germahiyê de zêde av were vexwarin.

Evîn Xelîl hişyarî da ku welatî di germahiyê de, bi taybet saetên navbera 11.00 û 16.00’an de ji malên xwe dernekevin û xwe biparêzin.

HEVSEROKA SAZIYA AVÊ: ÊRIŞÊN ÇETEYAN XETÊN AVÊ QUT KIRIN

Girêdayî mijarê, Hevseroka Saziya Avê ya Kobanê Zozan Xelîl jî, bibîr xist ku pêdiviya avê ya Kobanê û gundewarên wê ji Bendava Tişrînê dihat pêşwazîkirin, lê di dema êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bendavê de herêm bê av maye.

Zozan Xelîl da zanîn ku welatiyan ji bo pêşwazîkirina pêdiviya avê bîr kolane, lê ava bîran jî nehatiye dermankirin, lewma bûye sedema nexweşiyan. Zozanê diyar kir ku pêwîste hemû welatiyên bîr kolane serî li saziya avê bide ku alîkariya dermanê paqijkirina avê bigirin.

Zozan Xelîl desnîşan kir ku stasyonan ku pêdiviya avê ya bajar pêşwazî dikin hene, lê têrî nakin û got: "Av di stasyona Şêxler, dûre ji stasyona gundê Qereqo re derbas dibe û bi klorê tê dezenfektekirin. Piştre jî derbasî stasyona gundê Îzaê ya li rojavayê Kobanê dibe û ji wir li gel tê belavkirin.”

 (fr)

ANHA