SOHR: Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 13 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku di êriş û pevçûnên li bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê de 13 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

SOHR: Di pevçûnên li gundewarê Şamê de 13 kes hatin kuştin
28 mijdar, 2025   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser bajarokê Beyn Cin ê gundewarê Şamê de girt û operasyoneke girtinê pêk anî. Di heman demê de êrişên hewayî û yên bi obîsan li derdora bajarokê kirin.

Hate diyarkirin ku di navbera hêza Îsraîlê ya ku bi ser bajarokê de girt û çekdarên bajarokê de şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyan, di şer de 7 jin û zarok di nav de, bi kêmanî 13 kes hatin kuştin û 20 kes bi giranî birîndar bûn.  Hin kes ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve jî hatin destgîrkirin  hin din di binê kavilan de ne.

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku 6 leşkerên wê hatine kuştin û malek bi temamî hilweşiya.

Hêzên Îsraîlê piştî ambulans û ekîbên rizgarkirinê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kontrol kirin destûr da wan ku derbasî bajarokê bibin da ku qurbanî û birîndaran rakin.

Li gorî agahiyan, pevçûn piştî ku dewriyeya Îsraîlê bi mesafeya nêzî 200 metreyî avêt û hin ciwanên bajarokê destgîr kirin, dest pê kir.

SOHR’ê di nûçeya destpêkê de ragihandibû ku 2 dewriyeyên leşkerî yên Îsraîlê li derdora bajarokê Beyt Cin operasyoneke girtinê pêk anî û derdora bajarokê bi dijwarî topbaran kirin, ciwanên herêmê jî bersiv da û hewldan li ber serdegirtinê bigirin. SOHR’ê destnîşan kiribû ku li gorî agahiyên destpêkê bi kêmanî 10 kes hatibûn kuştin û hin kes winda ne. Li gorî SOHR’ê şer dewam dike û balafirên şer li ser herêmê digerin.

(bb)