Hikumeta veguhêz gefan li xwendekaran û xebatkarên perwerdeyê dixwe

Hikumeta veguhêz  li Hums û Hema û perava Sûriyeyê gef û zextan û mamoste û xwendekarên ku beşdarî xwpêşandanên aştiyane bûne, dixwe

Hikumeta veguhêz gefan li xwendekaran û xebatkarên perwerdeyê dixwe
28 mijdar, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hundir û perava Sûriyeyê gef û zextên mezin li xwendekaran û xebatkarên perwerdeyê yên ku li ser banga serokê Meclisa Elewiyan Şêx Xezal Xezal beşdarî xwpêşandanên aştiyane bibûn, têne kirin.

Dezgehên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz kadroyên perwerdeyê neçar dike ku şahiyên "Roja rizgariyê" li dibistanan li dar bixin. Di heman demê de cezayên giran wekî dûrxistina ji kar û girtinê dide kesên vê yekê red dikin.

Li gorî giliyên ku SOHR’ê ji rêveberên dibistanan, mamoste û şêniyan wergirtine, zext û gef li xwendekaran û mamosteyan têne kirin ku beşdarî şahiyan bibin.

(bb)