Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin

Endamê TEV-DEM’ê şehîd Raxib Emîn li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl (Leyla Tahir) a bajarê Qamişloyê hat oxirkirin.

Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
Endamê TEV-DEM’ê Raxib Emîn hat oxirkirin
28 mijdar, 2025   14:22
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Raxib Emîn ku 26`ê Mijdara îsal (2025) di encama krîza dil de şehîd bûbû, merasîma cenaze li Pakrewangeha Şehîdên Sivîl (Leyla Tahir) li dar xist.

Tevî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û saziyên sivîl, girseyek mezin a şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re û got, dê xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin. 0

Mihyedîn Hesen diyar kir ku şehîd Raxib Emîn girêdayî axa xwe û gelê xwe bû.

Piştre jî birayê şehîd Sarî, Mişel da zanîn ku şehîd Raxib cihê xwe di şoreşê de girtibû û di koma yekem a PKK `ê de bû ku li gundê Eruhê yê Bakurê Kurdistanê guleya yekemîn li hemberî dagirkeran Tirk teqand.

Mişel bi bîr xist ku şehîd Raxib Emîn 10 salan di girtîgeha Seydnayayê de hatibû ragirtin.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" spart axê.

(ah/bb)

ANHA