Siyasetmendar Şebîb: Nebûna edaletê qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê

Siyasetmedar Wefîq Şebîb ​​diyar kir ku hikumeta veguhêz ji pêkanîna biryara 2799’an a Konseya Ewlehiyê NY’yê direve û destnîşan kir ku nebûna edaletê di sûcên li dijî Elewiyan de qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê.

Siyasetmendar Şebîb: Nebûna edaletê qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê
2 ÇILE, 2026   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Endamê Meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Wefîq Şebîb li ser guhertin û pêşketinên li Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Wefîq Şebîb di destpêka axaftina xwe de êrişên komên girêdayê hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Şebîb ev êriş bi serdana dawîn a rayedarên dewleta Tirk a bo Şamê ve girê dan û wiha axivî: "Êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derxistin. Hemwextî êrişê mizgefta Elî Bin Ebî Talib a Elewiyan hat hedefkirin. Di heman demê de hemwextî agahiyên li ser rêveçûna dan û standinên girêdayî peymana 10’ê Adarê pêk hatin."

Şebîb bal kişand ser xwepêşandanên Elewiyan jî û bi bîr xist: "xwepêşandanên ku ser banga şêx Xezal Xezal hatibûn destpêkirin aştiyane bûn. Xwepêşandêran doza mafên xwe yê rewa, di serî de mafê diyarkirina çarenûsê, federalîzmê û sîstema nenavendîtî anîn ziman."

 ‘HIKUMETA VEGUHÊZ SOZÊN XWE PAŞGUH KIRIN’

Wefîq Şebîb diyar kir ku ji bo analîzkirina rewşa heyî ya Sûriyeyê divê pêvajoya destpêkê ya rûxandina rejîma Baasê were nirxandin û got: "Di wê pêvajoyê de desthilatê soz dabû tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ku dê derbasî serdema nû ya pêşketina aborî, mîsogerkirina mafên adilane û wekhev bibin. Elewiyan jî ku bi erênî bersiva wan sozan, çareserî pêk anîn û daxuyanî dan û gotin ew beşekî resen ji tevna civakî ya Sûriyeyê ne. Li piştî vê yekê ji Hums û Tertûsê bigire heya Hema, Misyaf û Laziqiye binpêkirinên sîstematîk li dijî wan dest pê kirin. Hikumetê jî îdia kir ku ev binpêkirin û êriş ferdî ne."

Şebîb diyar kir ku nebûna edaletê di çareserkirina van binpêkirinan de qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê ku tê de eşîrtî wekî amûrek ji bo teşwîqkirinê binpêkirinan hat bikaranîn û got: "Ev yek bû sedema zêdebûna xeternak a asta sûcan, kuştina bêserûber a sivîlan li ser bingeha nasnameya wan ku hin ji wan veguherîn komkujiyan. Her wiha bûyerên revandina jinan, şewitandina daristanên peravê, wêrankirina perestgehên olî, talankirina mal û dikanan û binpêkirinên din hatin belgekirin."

Şebîb şewitandina daristan û baxçeyan û derxistina neheq a karmendan ji karên wan wekî beşek ji polîtîkayeke birçîbûnê ya ku ji hêla hikumeta veguhêz ve li dijî Elewiyên gelê perava Sûriyeyê, bi taybetî li dijî Elewiyan nirxand.

Wefîq Şebîb îdiayên ku tevahî Elewiyan bi "Esed" ve girê didin, red kirin û bi bîr xist ku rejîma Esed zêdetirî 50 salan zilm li ser tevahî gelê Sûriyeyê kir ku Elewî jî di nav de bûn.

Her wiha diyar kir ku paşguhkirina Elewiyan ji aliyê hikumeta veguhêz ve bû sedem ku Elewî li hemberî vê rewşê, rewşa jiyanî û siyasî ya xirab serî hildin.

Şebîb tundiya leşkerî ku hikumeta veguhêz li dijî xwepêşandanên aştiyane bi kar anîn, xirabakirina navê xwepêşandanan û binavkirina xwepêşandêran bi "Bermahiyên rejîma berê", her wiha provokasyonên medyayî yên li dijî wan rexne kirin.

Şebîb der barê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî got: "Komkujiyên li ser Elewiyan û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku hikumetê di herdu aliyan de xîtaba taîfî di siyaseta xwe de bi kar anî, lê parçebûna civakî û bandorên wêranker paşguh kir."

‘DAXWAZA NENAVENDÎTIYÊ BERSIVA LI HEMBERÎ DÛRXISTINA PÊKHATEYAN E’

Şebîb destnîşan kir ku daxwaza nenavendîkirinê bersiva li hemberî dûrxistina Elewiyan û pêkhateyên din ji diyaloga nîştimanî, avakirina hikumetê û ’Meclisa Gel’ de ye, her wiha hikumeta veguhêz di baştirkirina wêneya xwe ya derve de xwe dispêre rewatiya xwe ya navxweyî.

Wefiq Şebîb di dewama nirxandina xwe de da zanîn ku hikumeta veguhêz bi awayekî neqanûnî hatiye ferzkirin, ji ber ku ji komên di lîsteya cezayên navneteweyî û komên terorîst de ne, lê ne ji gel in.

BIRYARA KONSEYA EWLEHIYÊ YA 2799’AN

Wefîq Şebîb bal kişand serbiryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2799’an a rakirina cezayan li ser serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û wezîrê karên hundir Enes Xetab û diyar kir ku beramberî rakirinê hikumeta veguhêz soz da ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

Şebîb diyar kir ku êrişên li dijî xwepêşandanan li perav û naverasta Sûriyeyê û bikaranîna tankan ji bo belavkirina xwepêşandêran, binpêkirina sozan e.

Siyasetmendar Wefîq Şebîb projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke mayînde ji bo siberoja Sûriyeyê bi nav kir ku bi şertê ku destûrek were danîn ku xwe bispêre lihevhatin, diyaloga nîştimanî ya rasteqîn a bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan û rê li ber tundiya domdar a li welat bigire.

(b)

ANHA