Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta

Li kampa koçberên Girê Spî ya li Eyn Îsayê ji ber barana zêde çadirên ku wekî dibistan têne bikaranîn, tijî av bûn û di encamê de perwerde hat rawestandin. Xebatên kişandina avê û sererastkirina çadiran têne kirin.

Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
Li kampa koçberan perwerde ji ber şiliyê rawesta
2 ÇILE, 2026   05:05
EYN ÎSA

Li kampa koçberên Girê Spî ya li bajarê Eyn Îsayê, çadirên ku wek dibistan têne bikaranîn, ji ber şilî û barana zêde tijî av bûn. Di encamê de perwerde li dibistanên kampê heya demekê hat rawestandin.

Kampa Koçberên Girê Spî di 22’yê Mijdara 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat vekirin. Di kampê de ji bo nêzî hezar û 500 xwendekarî 3 dibistan (Hatim Zêdan û Tewsîha yên seretayî û Dibistana Navîn a Şehîd Rabîha Îsmaîl) hatin vekirin ku ji aliyê Rêveberiya Dibistanan a Meclisa Bajarê Eyn Îsayê ve tên birêvebirin.

Rewşa dibistanên kampê xirab e, ji ber ku çadir riziyayî ne û zemîna axî ji dema vekirinê (2019) ve nehatine sererastkirin. Ji ber vê yekê jî ava baranê derbasî dibistanan bû.

Der barê mijarê de rêveberê dibistanên kampê Kamil Osman ev agahî dan ajansa me: "Desteya Perwerde û Fêrkirinê bersiva banga me bi cih anî û çadir û alavên ku avê nakişînin, dane me. Lê ji ber ku kevn in û riziyayî ne, av derbasî wan bû."

Kamil Osman diyar kir ku sererastkirina çadirên kampê di plansaziya pêşîn a îsal a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê de ye û got soz hene ku îsal çadir werin guhertin.

(b)

ANHA