‘Peyama Rêber Apo rêgeha Sûriyeya siberojê xêz dike’

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê peymana 10’ê Adarê de bingeha Sûriyeya siberojê ye û got peyman xizmeta hemû sûriyeyiyan dike. Her wiha destnîşan kir ku destwerdanên dewleta Tirk pêkanîna peymanê asteng dikin.

‘Peyama Rêber Apo rêgeha Sûriyeya siberojê xêz dike’
2 ÇILE, 2026   04:20
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya sersalê, bi taybetî mijara li ser peyama 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji ajansa me ra nirxandin. 

Ferhan Dawûd got: "Peyama Rêber Apo ji bo Sûriyeyê pir girîng bû, ji ber ku di qonaxa hestiyar de, nemaze li gel dan û standinan, hat dayîn. Lê siberoja herêmê ji ber destwerdana derve di dosyaya Sûriyeyê de ne diyar e. Hêzên destwerdêr çareseriyekê ji bo Sûriyeyê naxwazin. Rêber Abdullah Ocalan hesasiyeta rewşa Sûriyeyê fêm dike."

Dawûd bal kişand ser rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de û got: “Madem Tirkiye rolekê li Sûriyeyê dilîze û hêzên girêdayî wê û hêzên tundraw hene, istiqrara li herêmê çênabe. Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî projeyeke demokratîk e ku dikare li gorî wê Sûriyeya siberojê were avakirin.”

Dawûd da zanîn ku peymana 10’ê Adarê ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahî Sûriyeyê girîng e û wiha domand: “Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser peyama 10’ê Adarê, ji ber ku peyman ji bo edalet, wekhevî û demokratîkirina Sûriyeyê û mafên jinan e ku bingehên avakirina Sûriyeya siberojê ne. Reva desthilata veguhêz a Şamê ji pêkanîna vê peymanê asta nakokiyên li Sûriyeyê nîşan dide. Di heman demê de nîşan dide ku desthilat ji ber destwerdan û zextên Tirkiyeyê yên li ser wê nikare bi ten vê peymanê bic ih bîne. Çend meh di ser îmzekirina peymanê re derbas bûn, lê desthilata veguhêz tu gav neavêtine.”

‘PEYAM JI BO TEVAHÎ SÛRIYEYIYAN E’

Dawûd diyar kir ku peymana 10’ê Adarê ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê ji bo tevahî Sûriyeyan e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Eger peyman hatiba bicihanîn dê komkujî li perav û Siwêdayê çênebana, dê gotinên kîndarî û hewldanên jihevxistina tevna sûriyeyî belav nebana. Rêber Abdullah Ocalan peymanê wek bingeha Sûriyeya siberojê dibîne. Mafên tevahî sûriyeyiyan e ku bi aştî li Sûriyeyê bijîn ku mafên wan û rûmeta wan bê parastin."

‘TIRKIYE DIXWAZA LI GORÎ WÊ PEYMAN PÊK WERE’

Ferhan Dawûd da zanîn dewleta Tirk dixwaze peymana 10’ê Adarê li gorî wê pêk were û got: "Dewleta Tirk zextê li desthilata veguhêz dike da ku peyman bi cih neyê. Li aliyekî din jî daxuyaniyên rayedarên wê ne li gorî rewa li ser erdê ne. Rayedarên Tirk dixwazin dewleteke navendî li Sûriyeyê ava bibe an ku li gorî berjewendiyên wê be ne li gorî daxwazên Sûriyeyan be. Pevçûnên dawîn ên li taxên Şêxmeqsûdê rastiya hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina peymanê aşkera dikin. Eger Tirkiye dixwaze aştî li herêmê pêk were divê roleke erênî li gorî pêvajoyê bilîze, ne ku siyaseta xwe ferz bike. Ji ber ku aştî li Sûriyeyê tê wateya aştiya li Tirkiyeyê."

Dawûd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştî û civaka demokratîk li Tirkiyeyê daye destpêkirin, lê dewleta Tirk heya niha tu gav di vê çarçoveyê de neavêtiye, ji bo peymana 10’ê Adarê jî gav nehatin avêtin û got: "Peyama Rêber Apo ji bo Tirkan jî zelal bû; aştî li Sûriyeyê çênebe, li Tirkiyeyê jî çênabe, ji ber ku Tirk faktorên mezin û bi bandor li Sûriyeyê û li ser desthilatê çêdikin. Heya ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe yên taybet bixebite, rewşa Sûriyeyê bi giştî baş nabe."

(b)

ANHA