Siyasetmedarê Durzî: Hêzên navneteweyî çavên xwe li komkujiyan digirin

Siyasetmedar Beşar Nasar bêdengiya navneteweyî wek çavgirtina li sûcên sîstematîk ên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi nav kir. Her wiha destnîşan kir ku êriş, revandin û dorpêçkirinên berdewam li Heleb, Siwêda, peravê û deverên din krîza mirovî kûrtir dikin û êşa sivîlan zêde dikin.

Siyasetmedarê Durzî: Hêzên navneteweyî çavên xwe li komkujiyan digirin
15 ÇILE, 2026   03:45
SIWÊDA

Çalakvanê siyasî yê Durzî Beşar Nasar bêdengiya navneteweyî ya li ser êriş û sûcên ku li deverên cuda yên Sûriyeyê pêk tên rexne kir û got hêzên navneteweyî çavên xwe li "sûcên sîstematîk" ên li dijî pêkhateyên civaka Sûriyeyê digirin.

Beşar Nasar ji ajansa re axivî û diyar kir ku sûcên herî dawî li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê qewimîn ku hîna kiryarên revandin û kuştinên berdewam in. Her wiha ev gef û êriş gihaştine herêmên din ên wekî Dêr Hafir û Maskenê li gundewarên kantona Tebqayê.

Di 6`ê Çileyê ve, taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd rastî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hatin, di encamê de komkujiyên berfireh pêk hatin û bi hezaran şênî koçber bûn. Çarenûsa bi sedan sivîlan hîn ne diyar e û bi sedan avahî û saziyên sivîl ên li van deveran hilweşiyan.

Nesar destnîşan kir ku qedexe û dorpêça li ser Siwêdayê, li gel revandina dijberên siyasî li deverên peravê û deverên din ên Sûriyeyê, krîza mirovî girantir dike û derfetên aramiyê têk dibe.

Nesar da zanîn ku ev bûyer di nav bêdengiya navneteweyî û nebûna qanûnên navneteweyî de diqewimin û wiha lê zêde kir: "Ev cîhan ecêb e, ku li hember sûcê herî mezin ê serdema me bêdeng dimîne. Ev çi civaka navneteweyî ya xerb e û çi hêzên navneweteyî ne ku îdia dikin mirovahiyê diparêzin lê li hember komkujiyan bê deng dimînin.”

Beşar Nesar bang li wan hêzan kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bigirin ser xwe, dawî li van tawanan bînin, sivîlan biparêzin û piştgirîya pêvajoya yekitiya Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyên wê bikin.

(k)

ANHA