Şêniyên bajarê Hesekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da

Şêniyên bajarê Hesekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û diyar kir ku em amade ne ji bo parastina erdê xwe tev li refên berxwedanê bibin.

Şêniyên bajarê Hesekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da
15 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Piştî berxwedana dîrokî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî êrişên komên çeteyan, şêniyên bajarê Hesekê ku nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin, piştgiriya xwe bi QSD’ê re nû kir. Şêniyan diyar kir ku ew ji bo parastina erdê xwe yê dîrokî û jiyaneke birûmet tev li refên berxwedanê bibin.

Ehmed Ebdulhenan anî ziman ku rih ne erzan e,  lê şehîdan bi teredudu ev rê hilbijartin û wiha got: "Ev rê bi tena serê xwe serkeftina herî mezin a gelê me ye.”

Ebdulhenan diyar kir ku ew amade ne bersiva her êrişekê li dijî herêmê bidin û ev li azaftina xwe zêde kir: "Eger êriş li ser me werin kirin baweriya min bi gelê me ji biçûkan heya mezinan heye ku dê çek rakin û xaka xwe biparêzin.”

Ehmed Ebdulhenan îşaret bi vê yekê kir ku bi taybetî gelê Kurd erk dikeve ser milê gelê vê herêmê ku ji her şeran re amade bin û got şerê ku eger li ser me were ferzkirin wê şerê hebûn an tunebûnê be, destberdana ji axê ne vebijêrk e, lê parastina wê di ser her tiştî re ye.

Ehmed Ebdulhenan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "QSD’ê xwişk û birayên me ne. QSD’ê em in. QSD’ê ne hêzeke  ku ji welatên derve hatine, lê zarokên vê welatê ne ku ji Kurd û Ereban pêk tê. QSD’ê ji bo me hebûn e. Baweriya me bi QSD û fermandariya wê heye. Em piştgiriya biryarên wê dikin.”

Aras Hisên got di vê pêvajoya hesas de divê piştgiriya hêza leşkerî were xurtkirin û got: "QSD’ê ji bo me hebûn e. QSD nebûya em jî li ser vê axê nedibûn."

Aras Hisên di dewama axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku di bûyerên dawîn de hinek acizî li gel xelkê çêbû û wiha dom da axaftina xwe: "Ev tiştekî normal e, lê nabe bandorê li ser piştgiriya me ya ji vê hêza ku me diparêze, bike. Ez di wê baweriyê de me ku eger êrişek nû li ser herêmê were kirin dê tevahî gel bibe QSD. Em soz didin ku em erdê xwe terik nekin û piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re bidomînin.”

Aras Hisên fermandarê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hevalên wî Ziyad Heleb bi bîr anîn û wiha domand: "Şehadeta wî ji bo giran bû û em ji bîr nakin, lê rêyek nû ya berxwedanê ava kir û bi sedan Ziyadên din hatin dine."

Sara Mihemed jî girîngiya piştgiriya bi QSD’ê re û girîngiya ragihandina dengê gel bo cîhanê vegot û got, divê piştgiriyê bidin QSD’ê û vê piştgiriyê li her deverê ragihînin. Sara got: "QSD’ê rumeta me ye."

Dilsoz Îbrahîm jî şehîd Ziyad Heleb bi bîr anî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîd Ziyad got ew deyndarê gelê xwe ne. Em jî dibêin, em deyndarên têkoşîn û berxwedana wî ya lehengane ne."

Dilsoz Îbrahîm destnîşan kir ku ciwanên herêmê komkujiyên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin bi tundî şermezar dikin û anî ziman ku gelê Kurd namire û dê her tim piştgiriyê bide QSD’ê.

Dilsoz da zanîn ku hinek aliyên dijber propagandayê dikin ku gel piştgiriya QSD’ê nake û got: "Ev îdia ne rast in. Çawa QSD’ê parastina me dike em jî li kêleka wê ne û em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya QSD’ê bikin."

Dilsoz Îbrahîm îşaret pê kir ku desteka li Şêxmeqsûdê hat nivîsandin ku 300 endam li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinîn, sekn û berxwedana wan nîşan dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi êriş li ser me were kirin QSD heye. Dê êriş û hikumeta demkî di vî şerî de têk biçin."

(b)

ANHA