Rêhevalê çalakvanên fedayî yên Şêxmeqsud behsa wan kêliyan kir

Yek ji parazvanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Harûn Heleb ku di nava tîma şervanên çalakiya fadayî pêk anîne de cih digirt û birîndar bû wiha behsa hevalên xwe kir: “Hertim bi coş bûn û bi wê coşê biryar dan ku xwe bigihînin asta têkoşerên demê ku xwe ji bo vî gelî feda bikin. Digotin ‘çi dibe bila bibe emê heta dawî şer bikin, canê xwe feda bikin.”

Rêhevalê çalakvanên fedayî yên Şêxmeqsud behsa wan kêliyan kir
15 ÇILE, 2026   06:20
QAMIŞLO

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, di 6’ê Çile (2026) êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê kirin.  

Hêzên Ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi berxwedanek bê hempa li hemberî êrişan meşandin. Yek ji endamên hêzên ewlekariyê Harûn Heleb e. Harûn di nava berxwedanê de birîndar bû.

Harûn Heleb dibêje “Dema şer dest pê kir, me tîm çêkirin. Ez û hevalên ku çalakiyên fedayî pêk anîn; Şehîd Rojbîn, Şehîd Denîz, Şehîd Hawar û Şehîd Dilbirîn bi hev re bûn. Piştî ez birîndar bûn, ji bo min xilas bikin her tişt kirin. Dema ez derketim, piştî min Şehîd Faraşîn jî derbasî wir bibû.”

Harûn Heleb qala moral û coşa şervanên ku çalakiya fedayî kirine kir û wiha axivî: “Hertim bi coş bûn, bi zarokên taxê re dilîstin. Wan bi wê coşê biryar dan ku bigihin asta lehengiyê. Bigihin asta têkoşerên demê ku xwe ji bo vî gelî feda bikin. Digotin ‘çi dibe bila bibe emê nekevin dest. Emê heta dawî şer bikin, canê xwe feda bikin lê nakevin dest’. Ez du roj û nîv bi wan re mam. Em çiqas bêjin ‘em şopdarên wan hevalan in’ ne têrker e.”    

Piştî ku Harûn Heleb ji bo tedawiyê derbasî nexweşxaneyê bû, ji xebatkaran re dibêje “Ez dixwazim herim şer”. Lê xebatkarên nexweşxaneyê ji bo birînên wî yên giran nahlin ew dîsa vegera nava şer.

Harûn Heleb da zanîn ku wan bi çalakiyên xwe û radestnebûna xwe dijmin terbiye kir û wiha got: “Wan nediwêrî şer bikin. Bi teknîkê dihatin. Heta deqeya dawî me digotin ‘em xwe naxin nava lepên wan’.”

Harûn israra xwe ya berxwedanê bi van gotinan anî ziman: “Me li ber xwe da, lê em çiqas bikin jî ne têrker e. Dîsa jî çi rola dikeve ser milê me, ji bo şopandina xeta van hevalên çalakiya fedayî kirine, hevalên din ên şehîd emê bikin. Emê heta dawî şopdarên wan bin.”

(bî/h)

ANHA