Siyasetmedaran rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz de gotûbêj kir

Komeke siyasetmedarên li Reqayê, di panelekê de rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz a li Sûriyeyê de gotûbêj kir. Siyasetmedaran bal kişand ser girîngiya peydakirina jîngeheke ewle ji bo xebata partiyên siyasî yên Sûriyeyê.

Siyasetmedaran rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz de gotûbêj kir
24 mijdar, 2025   15:26
REQA

Partiya Nûjenî û Demokrasiyê ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê, der barê rola partiyên siyasî di pêvajoya veguhêz de panelek li dar xist.  Nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li panelê bûn.

Di panelê de li Hola Krîstal a li navenda Reqayê hate lidarxistin, beşdaran nêrînên xwe yên siyasî ji bo qonaxa veguhêz a piştî hilweşîna rejîma Baasê û bandorên rewşa heyî li ser siberoja welêt anîn ziman.

Panel ji hêla berdevkê Partiya Nûnejî û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Mihemed El Ebûd, endama partiyê Sozan Sifog û cîgira serokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Reqayê Ebdilselam Hemsork ve hate birêvebirin.

Beşdaran destnîşan kir ku divê partiyên siyasî yên Sûriyeyê wek bersivek ji bo pêdiviya civakê ya bi siyaseteke ku nirxên azadî, wekhevî û mafên mirovan biparêze, bixebitin. Her wiha divê li dijî hegemonyaya çandî û siyasî tê bikoşin.

Siyasetmedaran destnîşan kir ku partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li deverên din ên ku hin partî dikarin bi veşartî an aşkera bixebitin, roleke girîng ji bo piştgiriya şoreşa Sûriyeyê lîst, li dijî her cure zordariyê derketin û çalakiyên siyasî û civakî kirin.

Beşdaran her wiha bal kişand ser girîngiya xurtkirina rola partiyên siyasî ji bo berfirehkirina beşdariya gel û dan zanîn ku divê partî wek platformên birêxistinkirî ji bo pêşvebirina demokrasiyê xizmetê bikin, çavdêriya desthilatê bikin û bibin hevkarên biryarên girîng ên ku bandorê li siberoja welêt dikin.

Siyasetmdaran xwest jîngeheke ewle ji bo çalakiyên siyasî yên sivîl di hundirê Sûriyeyê de were peydakirin.

(k)

ANHA