Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Heleb, Çilaxa, Kobanê û Reqayê bi boneya 25ˊê Mijdarê çalakiyên wekî dayîna daxuyaniyan, dewreyên perwerdeyê û civîn hatin lidiarxistin.

Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê
24 mijdar, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mêran daxuyaniyek da, 46 mêran dewreyeke perwerdê ya ku Kongra Star a Çilaxa li dar xistiye, bi dawî kir, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê civînek li dar xist û li Kobanê daxuyaniyek hat dayîn.

HELEB

Komeke mêrên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Şiyar Silêman û bi kurdî ji hêla endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat ve li Çerxerêya Gulê Selmo hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bikaranîna tundiya li dijî jinê ji ber zayendperestiyê ye û ew diyardeyeke xwedî rihên dîrokî yên kûr e, di dirêjahiay demê serdeman de bi şêweyên cuda derketiye.

Mêran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev diyarde ji ber têkelbûna girêk a di navbera hêmanên çandî, civakî, aborî û olî de ava bû û hişt ku rol di navbera mêr û jinan de were dabeşkirin û bêhevsengî çêbe.

ÇILAXA

Kongra Star dewreya ku ji bo mêran ku li hola Partiya Yekitiya Demokratîk li dar xistibû, bi dawî kir.

Di rûniştina dawîn de vîzyona îslamê ji bo jinan, cihê wan û rola wan a di heyama belavbûna îslamê de hat nîqaşkirin.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Qamişloyê û endama Kongra Îslama Demokratîk Gulnaz Mihemed El Osman li ser rewşa jinan di “Serdema Cahiliyetê” de, axivî.

Di dawiya dewreyê de beşdaran destnîşan kir ku wan ferqeke mezin di navbera îslama li gorî çanda gel û rêgezên îslama rast û şîroveyên wê yên resen de dîtin.

Dewreyê 3 rojan dewam kir û 46 mêrên endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, meclisên xwecih ên Çilaxa tê de amade bûn.

Di bernameya 3 rojan de zayendperestî, hevjiyana azad, nîjadperestiya olî û vîzyona îslamê ji bo jinan û mafên wan hatin dayîn.

REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi tevlêbûna girse ji endamên saziyên sivîl û leşkerî, bi diruşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" civînek li hola Meclisa Navîn a Reqayê li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Rojda Ehmed bi awayekî berfireh şêweyên tundiya sîstematîk a li dijî jinan nirxandin. Rojdayê di axaftina xwe de behsa xetereya tundiya malbatê kir û anî ziman ku ji astengiyên herî zêde gefan li hevgirtina malbatê û aramiya civakê dixwe, ji ber ku şopên wê yên derûnî, fîzîkî û civakî yên demdirêj hene.

Rojdayê bal kişand ser tundiya siyasî ya li dijî jinan pêk tê û destnîşan kir ku ev cure tundî hîna alavên bi armanca dûrxistina jinan ji cihê biryardanê ne. Rojdayê diyar kir ku ev tundî bi hilweşîna gelek alavên çewsîner ên kevn re bi dawî nebû, lê hîna di aliyê civakî û siyasî de bi şêweyên nû derdikeve holê.

Rojdayê bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina xweguhertinê û anî ziman ku divê mêr ji xwe destpêkê ku tundiya di hundirê malbatê de bi dawî bike, tu cudahiyê nexe navbera xort û keçên xwe.

Piştî axaftinê kurtefîlmeke balê dikişîne ser êşên jinan ên di salên şerê li Sûriyeyê de hat pêşandan. Civîn bi pêşkêşkirina şanoyekê ji hêla Koma Zenûbiya ya Şanoyê ya Hîlala Zêrîn ve bi dawî bû.

KOBANÊ

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê bi amadebûna endamên saziyên jinan, endamên însiyatîfê, nûnerên Saziya Ol û Baweriyan li pêş navenda însiyatîfê ya Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Komîteya Ol û Baweriyan Hedle Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de keda Rêber Apo ya ku bi salan li dijî tundiya li ser jinan tê koşiyaye, bi bîr dixin. Li kêleka wê jî em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin li tevahî qadên têkoşînê ji parastina rewa bigire heta birêxistinkirinê, tevlêbûna wan li qadên perwerde, tenduristî, edalet, dîplomasî û projeya neteweya demokratik, bûn pêşeng û xwe îsbat kir ku dikarin krîzan çareser bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî jina azad”, “Na ji tundiya li ser jinan re”, “Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.

(fr)

ANHA