Siyasetmedar Semîr Neşar: Ji bo Sûriyeyê modela herî guncaw federalî ye 

Siyasetmedar Semîr Neşar diyar kir ku tişta heta niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kiriye, ne li gorî rastiya rewşa Sûriyeyê ye, her wiha da zanîn ku modela federal ji bo Sûriyeyê ya herî guncaw e.

Siyasetmedar Semîr Neşar: Ji bo Sûriyeyê modela herî guncaw federalî ye 
6 mijdar, 2025   05:05
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Siyasetmedarê sûriyeyî Semîr Neşar da zanîn ku li şûna lidarxistina "formeke diyalogê" diviyabû kongreyeke neteweyî bihata lidarxistin ku biryarên bibandor hatibana dayîn. Ji ber gelek sedeman, tiştên ku ku ji hêla hikumeta veguhêz ve hatine kirin, bûne sedema karesatên ku Sûriyeyê ber bi siberojeke nezelal ve dibin.

Semîr Neşar diyar kir ku forma guncaw ji bo siberoja Sûriyeyê "dewleta federal" a li ser bingeha erdnîgariyê ye, ne li ser bingeha nîjad an mezhebî ye ku hemû herêmên Sûriyeyê digire nava xwe û got: "Ez Helebê wek modeleke ji bo nenavendîkirina federal dibînin, her weha perav, Hema, Hums û herêma Cizîrê jî; divê ev pergal ji bo tevahiya axa Sûriyeyê were pêkanîn.”

Neşar diyar kir ku projeyeke siyasî hebû ku di sala 2019`an de ji hêla komeke kesayetên opozîsyonê, siyasetmedar û akademîsyenan ve hat pejirandin, bi navê "Sûriyeya Federal" bû. Wî da zanîn ku têgihaştineke şaş li ser têgeha "dewleteke federal" heye, ji ber ku ew pir caran wek hewldaneke ji bo parçekirinê tê famkirin, dewleteke federal modeleke yekitiya neteweyî ye, di çarçoveyeke piralîbûnê de û wek mînak jî Îmaratên Yekbûyî yên Erebî nîşan da.

Neşar diyar kir ku ev pêşniyar ji hêla beşeke berfireh a civakê rastî rexneyan hatiye, bi taybet piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina rejîma heyî.

Neşar bang li civak û kesên serbixwe kir ku nasnameya Sûriyeyê bi wateya wê ya herî fireh bidin nîşandan, nasnameya Ereb, Kurd, Misilman, Xiristiyan, Sunnî, Elewî, Durzî û hemû nasnameyên wê yên din û got: "Mixabin, cîhana derve hîna Sûriyeyê tenê wek eşîr û mezheban dibîne.”

(k)

ANHA