Jinên Sûriyeyê ji qadên rêveberî û biryardanê hatine dûrxistin

Ji ber siyasetên paşguhkirinê û dûrxistina jinan ji jiyana siyasî û beşdariya di diyarkirina çarenûsa Sûriyeyê de, zehmetiyên li pêşiya jinên Sûriyeyê zêdetir û girantir bûne.

Jinên Sûriyeyê ji qadên rêveberî û biryardanê hatine dûrxistin
6 mijdar, 2025   06:05
ŞAMÊ

Piştî ketina rejîma Baasê di 8'ê Cotmeha 2024'an de, ji hemû aliyan de zordarî li jinên Sûriyeyê hat kirin. Li şûna ku piştî salên şer jin di pêşengiyê de cih bigirin, berovajî wê ew rastî paşguhkirin û zordariyê hatin.

Jinên Sûriyeyê ku berê wek cîgirên serokkomariyê, wezîr, parlamenter û rêveberên giştî erk digirtin, êdî niha ji wan erkan bê par mane.

Di sala 2024'an de hejmara jinan li Sûriyeyê nêzî 11.88 milyon bû. Lê piştî ketina rejîma Baas zilam li qada siyasî serwer bûn. Ev jî bû tirsa dûrxistina jinan û kûrkirina zehmetiyên wan. Beşeke jinan di "Nivîsgeha Kar û Barên Jinan" de bi rêjeya ji sedî 28.5 cih girt û beşek jî banga bidawîkirina tecawizkirin û tundiya li ser jinan kir.

Li hemberî wê, beşek ji jinan teqezî bi girîngiya "kotaya jinan" ji bo misogerkirina beşdariya wan di saziyan de da. Hin jinan jî got sînordarkirina rola jinan heta piştî ketina rejîma Baas jî didome.

Ev tişt nîşan didin ku beşdariya jinan di hikumeta veguhêz de lewaz e. Di wezaretan de tenê wezîra Karûbarên Civakî û Kar jin e ew jî Hind Qebewat e. Li hemberî wê 22 wezîr zilam in anku rêjeya beşdariya jinan ji sedî 5 e. Lê belê eger "kotaya jinan" were pêkanîn divê rêjeya beşdariya jinan ji sedî 30 be.

Girêdayî wê civaknas Suhayê got jinên Sûriyeyê piştî têkoşîna mezin da meşandin, êdî ew xwedî mafê rewa yê rêvebirina Sûriyeyê ne. Ji bo vê jî îradeyeke siyasî û zagonsazî ya rastîn pêwist e.

(mh)

ANHA