Dilsoziya 30 salan

Sadiq Badyan ku piştî 30 salên di zindanên dewleta Tirk de hat berdan, pabendiya xwe ya bi xeta Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û şoreşa Rojava ya ku projeya neteweya demokratîk daye rûniştandin, silav kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Dilsoziya 30 salan
Dilsoziya 30 salan
Dilsoziya 30 salan
Dilsoziya 30 salan
6 mijdar, 2025   03:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Sadiq Badyan ê ji herêma Aliyan mînakeke îradeya şoreşgerî ye ku ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan û ji mîrasa Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatiye girtin.

Sadiq Mihemed Teyib Hesen Berces di sala 1970'yî de li gundê Badyan ê Çilaxa yê herêma Aliyan a kantona Cizîrê ji dayik bûye û di nava malbateke welatparêz de ku bedelên mezin di rêya rizgariya Kurdistan û şoreşa Rojava de dane, mezin bûye.

Sadiq li Zanîngeha Şamê endezyarî xwendiye û di malbatê de ku ji 6 xwişk û birayan pêk tê, yê 4'emîn e.

Sadiq di 1980-1985'an de dema ku kadroyên tevgera azadiya Kurdistanê bi navê "xwendekar" derbasî herêma Aliyan dibûn û berê xwe dida çiyayên Kurdistanê, tevgera azadiya Kurdistanê nas kir.

Di serî de Sadiq dît ku tevger tenê rêxistineke nîştimanî ya kurdî ye û ji bo avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk tê dikoşe. Lê piştî ku ew jiyan û tevgera kadroyan û ruhê hevaltiyê di wan de dibîne, ew dibîne ku ev tevger ji tevgerên Kurdan ên din cudatir e. Piştî serdanên ji bo mala wî, êdî Sadiq bi awayekî çalak tev li tevgerê dibe û dest bi têkoşîn û berxwedana ji bo doz, azadî û rûmetê dike.

JI HOLÊN ZANÎNGEHÊ HETA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Sadiq di tevgera azadiya Kurdistanê de kûrtir çû. Di dema xwendina wî ya li Şamê de komên partiyê yên ku xwendekar di zanîngehê de bi rêxistin dikirin, nas kirin.

Di 1986'an de Sadiq tev li xebatên rêxistinî yên partiyê bû û nêzî 2 sal û nîvan di xebata siyasî ya xwendekaran de cih girt. Di 1990'yan de ew tev li têkoşîna çekdarî ya ji bo avakirina Kurdistana azad û demokratîk bû.

Di destpêkê de dê û bavê Sadiq ji bo ku xwendina xwe bidomîne, li hemberî biryara wî sekinîn. Lê bi israra xwe hişt ku malbat destekê bide wî û bi bawerî û serbilindî xatir jê bixwaze.

Di 19'ê Adara 1990'î de ew bi fermî tev li têkoşîna çekdarî bû û derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Piştî perwerdeyên siyasî û leşkerî Sadiq li herêma Heftanînê dest bi xebatê kir. Piştre wî di komekê de ku dê derbasî qada Dêrsimê bibe, cih girt. Ew jî di 1990-1991'an de bû ku hejmareke mezin ji keç û xortên Rojavayê Kurdistanê tev li têkoşîna çekdarî dibûn.

Dema ku koma wan gihaşt Amedê ew ji aliyê artêşa Tirk ve hate dorpêçkirin û di encama pevçûnan de 4 hevrêyên di komê de şehîd bûn. Ev jî bû sedem ku ew li Amedê bimînin. Ji wir têkoşîna 3 salan a di nava gerîla de ji 1991 heta 1994'an dest pê kir.

Di 1994'an de piştî ku ji pişta xwe birîndar bû û li nexweşxaneyeke Amedê hat dermankirin, Sadiq ji bo domandina dermankirinê li bajarê Edeneyê ma. Girêdayî wê Sadiq ji ajansa me re got: "Kadroyên rastîn di her qadekê de ku tevger wî tê de erkdar bike, tê dikoşe, bêyî ku îtîraz bike.”

Sadiq salekê li Edeneyê di xebata birêxistinkirina gel de ma. Piştre ji aliyê desthilata Tirk ve hat girtin.

30 SALÊN BERXWEDANÊ

Sadiq di 19'ê Çileya 1995'an de piştî ku kesekî agahiya wî da desthilata Tirk, li Edeneyê hat girtin. Ji wê kêliyê de xebata bi israr û berxwedanê tevî îşkence û zordariyê, dest pê kir.

Di rojên pêşîn de Sadiq rastî îşkenceyên giran hat lê tevî wê jî wî tu îtîraf nedan û bi berxwedan û israra li hemberî îşkence û zordarî û zextê xwe ragirt. Piştî demeke dirêj, dadgeha Tirk biryara girtina 30 salan bi tohmeta tevlêbûna têkoşîna çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo wî da.

Pêşî li zîndana Konyayê bû, li wir 8 sal derbas kirin, piştre 8 salên din li zîndana Sincan a Enqereyê derbas kirin. Piştre ew ji bo zîndana Kirikkaleyê hat birin û tê de 7 salan ma. Piştre ji bo zîndana Edirneyê ya li nêzî sînorê Bulgaristanê hat birin û li wir 7 salan ma.

Tevî bidawîbûna salên cezayê, lê belê dewleta Tirk ew 9 mehên din di zîndanê de hişt, ew jî ji ber redkirina îmzekirina li ser belgeya "poşmaniyê" bû. Sadiq got dewleta Tirk ji girtiyên siyasî dixwaze ku li ser wê belgeyê îmze bikin, lê belê wî îmze nekir, ji ber ku tu carî ji ber tevlêbûna tevgera azadiya Kurdistanê poşman nebûye.

Di 9'ê Cotmeha 2025'an de piştî 30 sal û 9 mehan Sadiq hat berdan. Di 22'yê heman mehê de jî ew gihaşt gundê Badyanê û bi girseya gel û coşeke mezin ji şênî, hevrêyên wî û endamên saziyan hat pêşwazîkirin.

Sadiq ji ajansa me re got: "Di 30 salan de min tu agahî der barê hevalan û tevgerê de nedan. Min di girtina xwe de şaşiyek li hemberî tevgerê û hemberî gelê xwe dît, ji ber ku têkoşerê rastîn bi hêsanî nayê girtin. Tevî wê jî, min zîndan veguhast qada berxwedanê.”

Sadiq wiha domand: "Rewşa zîndanê pir giran bû. Dema ku em ketinê me tiştek li ser jiyana zîndanan nizanibû. Lê belê em ji hevrêyên xwe yên ku di salên 80'yan de hatibûn girtin, fêr bûn. Me jiyana xwe li gorî fikrên partî û jiyana gerîla rêxistin kir. Tevî ku me nikaribû wekî şehîdên 14'ê Tîrmehê berxwedan bida meşandin, lê dîsa jî me têkoşîn di zîndanan de domand û bi hêviya vegera li qadên berxwedanê man."

Sadiq bi van gotinan têkoşîna xwe ya 30 salan vegot û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rûmeta gelê Kurd dubare kir.

'ŞOREŞA ROJAVA DURISTIYA FIKRÊN RÊBER OCALAN ÎSBAT KIR’

Sadiq got bi saya berxwedana têkoşerên 14'ê Tîrmehê wan xeta rêxistinî di hundirê zîndanan de parast, ew xeta ku teslîmbûnê nas nake û li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan dimeşe û got: "Gerîla di her operasyonekê de moralê me bilind dikir. Ji bo me ya herî girîng di zîndanan de ew e ku em hêviya derketinê û vegerîna nav qadên têkoşînê ji dest nedin.”

Badyan li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî wiha axivî: "Dema ku min dît destkeftî hatine bidestxistin min zanî ku ev ji berî deh salan di xeyala Rêber Abdullah Ocalan de bû. Wî ji berî 20 salan ev roj ji gel re amade kiribû.”

Badyan rola jinan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de silav kir û got têkoşîna di vê şoreşê de moral dida girtiyên zîndanan.

Di dawiya axaftina xwe de Badyan soza domandina têkoşînê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan dubare kir û got: “Tiştê ku min li Rojava dîtiye girêdana min bi fikrên Rêbertî xurtir kirin û ev jî derferek e ku em şaşiyên xwe rast bikin û têkoşînê bilind bikin.”

(mh)