Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne

Rêveberiya Firnan a  bajarê Hesekê ji bo belavkirina nan sîstemeke nû danî. Li gorî sîstemê her malbat dê li gorî hejmara endamên xwe nan bistîne.

Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
Sîstema nû …her malbat dê têra xwe nan bistîne
27 tîrmeh, 2025   14:54
HESEKÊ

Di sîstema nû ya belavkirina nan de, dê hemû firnên bajêr nan her roj bidin navendên belavkirinê yên girêdayî komînên taxan û her malbatek dê têra xwarina xwe nan bistîne.

Li gorî biryara Rêveberiya Firnan a Hesekê ji bo malbatên ku hejmara wan 1-5 kes in rojane kîsek nan, yên hejmrara wan 6-10 kes in du kîs nan û yên zêdeyî 10 kesan in 3 kîs nan hatiye veqetandin.

Li bajarê Hesekê 4 firnên giştî yên nan; Roj, Azadî, Çinar û Xabûr hene. Her wiha 16 firnên taybet jî hene. Ji bo van firnan rojane 83 ton ard hatiye veqetandin.

Firnên bajêr dê rojane nan li 144 komînên bajêr belav bike, komîn jî dê li gorî biryara nû nan li malabatan belav bike.

Rêveberiya Firnan diyar kir ku sîstema nû ya belavkirinê dê kombûna li ber deriyê firnan û komînan kêm bike û her malbat dê karibe têra xwe nan bistîne.

(k)

ANHA