Şîrovekarekî siyasî: Têkiliya Enqere û Til Avîvê hevrikî, ne rûbirûyî ye
Şîrovekarekî siyasî diyar kir ku têkiliya di navbera Enqere û Til Avîvê de hevrikî ye, ne rûbirûyî ye û got di navbera her du aliyan de hevrikî û cudabûna nêrînan hebe, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikare vê rikberiyê kontrol bike.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, dewleta Tirk a dagirker kontrola xwe ya li ser Sûriyeyê berfirehtir kir û vê yekê Îsraîlê xiste nava fikarên zêde. Di navbera Îsraîlê û Tirkiyey de aloziya li ser Sûriyeyê zêde bû. Piranî şîrovekaran jî pêkanîna pevçûna leşkerî ya di navbera Til Avîv û Enqereyê de bi dûr xist. Lê rastiyên li ser erdê destnîşan dikin ku êdî Sûriye careke din di nava hêzên herêmî de bûye qada tesfiyekirina hesaban.
Şîrovekarê siyasî Serkîs Ebû Zêd têkiliya Enqere û Til Avîvê bi têkiliyeke hevrikî ye, ne rûbirûyî wesif kir û got: “Di navbera herdu aliyan de xalên hevbeş û hevkariyên kevin hene. Têkiliyên aborî yên mezin jî hene. Ji ber wê jî texmîn nakim şerekî rasterast di navbera herduyan de çêbibe.”
Ebû Zêd diyar kir ku guhartina rejîmê ya ku bi rêbazeke lez pêk hat dibe ku derfet ji hevrikiyê re vekiribe, ji ber ku her yek ji wan dixwaze herêmeke zêdetir kontrol bike, xwedî proje, tima û berjewendî ne ku carinan dikarin ji hev cuda bin, bo nimûne helwesta li ser Kurdan û têkiliya bi DYA’yê re.
Ebû Zêd da zanîn ku dibe ku rikberî û cudabûna nêrînan hebe, lê Amerîka dikare vê rikberiyê kontrol bike û got: “Dewleta Tirk xwedî projeyeke bingehîn e ku tu derfetê nede tu rêveberiyeke xweser a Kurdan li Sûriyeyê, ji ber ku ditirse her ku rola Kurdan mezin bû, wê bandorê li qada Tirkiyeyê jî bike. Lê Îsraîlê di vê aliyê de guh nade Tirkiyeyê."
Ebû Zêd da zanîn ku ew hevrikî, mîna hevrikiya bi aliyên din re ye, lê bêyî ku bigihîne asta aloziyeke tund an jî pevçûneke cidî.
Ebû Zêd diyar kir ku her aliyek hewl dide tora têkiliyan bi aliyên li qada Sûriyeyê re heyî ava bike, da ku xwedî serwerî û rola mezintir be, lê hin lîstikvanên din bi Îsraîlê û Tirkiyeyê re li vê qadê di nava hevrikiyê de ye ne. Hin dewletên Ereb, nexasim Erebistana Siûdî û Îmarat hewl didin li Sûriyeyê xwedî rol bin û hin caran jî bi dewleta Tirk re xwedî nêrînên cuda ne.
Der barê Amerîkayê de jî Ebû Zêd got hîna Amerîka tiştê ji vê qadê dixwaze zelal nekiriye û wiha pê de çû: "Amerîka geh hêzên xwe xurt dike geh jî vedikişîne, ji ber dibe ku hesabên wê yên cuda hebin. Lê di her halî de rewşa Sûriyeyê hîna ne aram e û nêzî aloziyê ye û tu hêzek karibe aloziya heyî li gorî berjewendiya xwe bi dawî bike, tune ye. Hevrikî didome û dibe ku ev yek bandorê li têkiliyên xwezayî bike û dibe ku bandorên wê jî hebin."
Ebû Zêd wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev mijar hîna vekirî ye û em nikarin teqez bikin ku tu hêzeke derve ku li qada Sûriyeyê aktîv e ku bikare pergaleke nû ava bike, yekitiya Sûriyeyê û rola wê biparêze. Ji lew re ev mijar vekirî dimîne û dibe ku hevrikiya di nava Tirkiye û Îsraîl û aliyên dîtir de zêde bin, ji ber ku ev qad hîna guhêrbar û nehatiye zelalkirin."
(mh/fr)
ANHA