Tiştek nayê xwestin, lê gelek tişt tên xwestin - Rauf KARAKOÇAN

Tiştek nayê xwestin, lê gelek tişt tên xwestin - Rauf KARAKOÇAN
17 nîsan, 2025   08:04

Geşedanên di pirsgirêka Kurd de yên bi banga Devlet Bahçelî ya 22'yê Cotmehê re, dikarin gelek tiştan biguherînin. Bi awayekî ku kes ne li bendê bû yan jî texmîn nedikir, bendeke din jî bi seknên kurt, testên baweriyê û fikaran hat derbaskirin. Heyeta Îmraliyê bi serokkomarê Tirk Erdogan re hevdîtin kir û piştre hevdîtina bi wezîrê dadê re ji bo roja înê hat plankirin. Ev jî nîşan dide ku êdî gihaştine qonaxa avêtina gavên mutabaqatê.

Ji bo 'danîna çekan û fesihkirina rêxistinê' divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Tê fêmkirin ku hevdîtina bi wezîrê dadê re nîşan dide ku rêyên qanûnî yên pêwîst êdî gihaştine qonaxa pêkanîna pratîk. Li gel van geşedanan, gavên têkildarî Rojava jî hatine avêtin. Tevî ku sekinîna li kêleka hikumeteke Sûriyeyê ya li hemberî Elewiyan komkujiyê didomîne gelekî zehmet be jî, têkildarî Heleb û bendava Tişrînê lihevkirin çêbûne û ev jî dê bandoreke erênî li vê pêvajoyê bike.

Dan û standinên di navbera Îmralî û dewleta Tirk de gihaştine vê  merheleyê û pê re jî hate gotin ‘Heta dawiya Hezîranê dê gelekî nêzî encamgirtinê bibin.’

Xuya ye kesên bi ferasetên kevn nêzî vê pêvajoyê dibin û analîzan dikin, ji nirxandinên rast û durist dûr in. Gelek alî hene ku jê re zehmet e biryara PKK'ê ya ‘bêyî garantiyekê bidin, bi yekalî çekan deyne û rêxistina xwe tesfiye bike’ fêm bikin. Heta gelek kes hene ku vê yekê wek nakokiyekê dibînin. Piştî ew qas salên şer, tevî hemû berdêlên giran û êşê, gelekî normal e ku biryara 'çekdanînê û fesihkirina PKK'ê' mirov şaşwaz bike.

Heke li hûrgiliyên pirsgirêka Kurd binêrin û li ser wê biponijin, dê xweş fêm bikin ku di vê qonaxê de ev biryar ji bo her du aliyan jî mecbûrî ye. Çi xweserî be, çi federasyon be, çi dewleteke serbixwe be, çi jî statuyeke din be, di esasê xwe de hemû çareserî û daxwazên bi armanca jevveqetîn û veqetandinê ne. Li ser heman erdnîgariyê ji bo çanda jiyana bi hev re, parvekirin û hevpariya gelan tu rêyeke avabûyî ya ramanê nîn e, lewma jî heke jevveqetîn dikeve rojevê jî normal e. Nêzîkatiyên yekperest, ên neteweperest ên mîna 'zimanê min, çanda min, axa min, welatê min, dewleta min, ala min' dibin sedema lîstina bi hesasiyetên pirsgirêka neteweyî. Dibin sedema bingehîn a jevveqetîna gelan.

Partiyên siyasî yên bi vî rengî hatine avakirin, di dawiyê de rê li ber jevveqetînê vedikin. Belkî wextekê lazim bûn, hewce bûn lê rastiya ku niha tê fêmkirin, ji bo gelan destkeftiya herî mezin e. Dîroknasan tespîteke xwe heye; dema hin bûyeran li gorî serdema wan dinirxînin, dibêjin 'ez bûma jî min ê heman tişt bikira' û diyar dikin ku divê dîrok wisa bê xwendin.

Divê serdema derketina PKK'ê û encamên wê jî bi vî rengî bên nirxandin. Heke em dema heyî wek pêvajoyeke nû ya dîrokî binirxînin, divê li gorî rêza 'encam-sedem-bûyer' li pirsgirêka Kurd bê nêrîn. Di vê merheleyê de Kurd bi rastî jî di rewşekê de ku daxwazên berê derbas kirine. Diyaloga yekser-neyekser a heyî ya di navbera hişê dewletê û PKK'ê de, pêwendiya xwe bi pêşketinên hundir û derve yên bi rêya 'sedem' û 'encamên' îro rû didin, heye.

Ji bo Kurdan daxwazeke statuyekê ya mîna xweserî yan jî federasyonê nîn e ku bibe sedema jevveqetînê û pêwîstî jî pê nîn e. Ji ber ku daxwaza demokrasiyê ya ku wê ji bo her kesî bêhtir berfireh û pêwîst be, daxwazeke gelekî cudatir e. Nirxandinên tevlihev ên bêyî agahîya mijarê bi şîroveyên wekî 'tiştek nayê xwestin' di vî warî da nirxandinên kêmas in.

Deklarasyona bi sernavê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' daxwazeke bingehîn e ku hemû daxwazan pêşwazî dike. 'Demokrasî' modeleke îdarî ye ku eger pirsgirêkên hemû beşên civakî, nasname û baweriyan dagirtî be û veguhere daxwazeke hevpar a gelan. Teqez e ku demokrasî ji her statûyeke din zêdetir pergaleke îdarî ya berfireh e. Kombûna gelan a bi hişmendî û ruhê enternasyonal û tevlêkirina wan bi çanda jiyana bi hev re, dê bibe pergaleke herî bêkêmasî ya rêveberiyê.

Lêgerîna li çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk, ne tenê ji bo Kurdan, dê ji bo nasname û baweriyên din ên etnîk jî ewlekariyê çêke. Heke çareseriyek li ser 'civaka demokratîk' çêbe, ma ji vê baştir destkeftiyek heye? Ji bo kesên dibêjin 'tiştek tune ye' dema aliyê nexuya yê çiyayê qeşayê dîtin, êdî bê ne zehmet be ku bibînin gelek tişt hene.

Ji bo pêşveçûnên bi vê pêvajoyê re bên afirandin û destkeftiyên hatine bidestxistin bên dîtin, pêwîstî bi bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û fermîkirina kar bi qanûnan heye. Divê gavavêtina hêdî ya hikumetê ya di afirandina bingeheke qanûnî de ji bo vê rastiyê were vegotin ku nikare dest di vî karî werde, ji bo pêşketinên ku nikare xeyal bike amade nîn e û dibe ku ji xwe bawer nebe.

Heke mirov careke din li feydeyên daxuyaniya Îmraliyê ya bi sernavê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ên ji bo gelên Tirkiyeyê bifikire, dê fêm bibe ku ji her daxwazeke statuyê bêhtir berfireh e.