Ji ber debarê û paşguhkirinê jinên Îranê porê xwe difiroşin

Digel têkçûna aborî, siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê yên li Îranê, piranî jin neçar bûn ku biryarên tund bidin û porên xwe bifiroşin da ku mayîna xwe biparêzin û pariya nanê xwe peyda bikin.

Ji ber debarê û paşguhkirinê jinên Îranê porê xwe difiroşin
17 nîsan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji diyardeyên xemgîn ên ku bi awayekî balkêş li Îranê zêde dibe, jin porê xwe difiroşin. Porê jinan sembola xweşikbûn û nasnameya takakesî bû, îro jî li sûkên nerêxistinkirî û neçavdêrkirî por tê firotin.

Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) raporek li ser vê diyardeyê amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku sedema vê diyardeyê têkçûna rewşa aborî û civakî ya Îranê ye, bi taybet jî ev yek di nava jinên malê xwedî dikin û xwendekaran de belav e.

Raporên çapemeniyê yên Îranê destnîşan dikin ku li ser dîwarên dikanan, stûnên kehrebê û heta li têketinên zanîngehan afîşên reklamê yên ji bo firotina porê jinan hatine daliqandin. Di afîşan de bihayê porê xwezayê hatiye diyarkirin; ji bo porê kurt du milyon tûmen û ji bo porê dirêj ê neboyaxkirî ku digihîne 90 cm 100 milyon tûmen e.

Ev sûkên nefermî li navenda Tehranê wekî kolana Ferdosî, kolana Berlîn, Menocehrî û Cumhûrî çalak in. Di kirîna por de û firotina wê ji bo salonên xweşikbûnê navbeynkarên bi pereyan dixebitin hene.

Belengaziya giran, zêdebûna lêçûna debarê û bêkarî dihêle ku jin porê xwe bifiroşin da ku debara jiyana bikin, xwarina xwe peyda bikin û lêçûna xwendinê dabîn bikin.

Diyadeya dirêjkirina por (extension) li Îranê êdî berbelav e, wê jî hişt daxwaza li ser porê xwezayî zêde be. Kirêdar porê ku nehatiye boyaxkirin û dermanên kîmyewî nedîtiye berz dikin, ji ber ku bi hêsanî tê şehkirin û rengînkirin. Porê zarokên kêmî 16 saliyê xwedî nirxekî pir biha ye û ev yek dihêle derfet li pêş bikaranîna temenbiçûkan were vekirin.

Gendelî, dan û standina nebaş a rêveberiyê û cezayên navneteweyî hiştin aboriya Îranê ber bi wêranbûnê ve biçe. Hemwextî wê jî rejîma Îranê pêdiviyên jinan paşguh dike û wan ji sûka xebatê dûr dixe. Ji ber vê jî jin li tiştekî geriyan ku pê debara xwe bikin.

Digel bêdengiya çandê ya berfireh, jin dixwazin rastiya firotina porê xwe veşêrin û dibêjin ku wan ji bo guhartina teşeyê, porê xwe kurt kiriye da ku qaşo “lekeya civakî” li wan nekeve. Lê belê rastî ji vê yekê dijwartir e. Bi her ta û hevdeyek porê qutkirî re çîrokeke êş, belengazî û zehmetiyê heye.

Li dewleteke mîna Îranê ku xwedî dewlemendiyên xwezayî yên mezin e, jin neçar dibin li rêbazên jiyanê bigerin, li kêlek wê jî rejîma desthilata bi çewisandin û kontrolkirinê mijûl e û van êşên rojane ku nîvê civaka Îranê dijî paşguh dike.

(mh/fr)

ANHA