Xelkê gundekî Çilaxayê daxwaza bîreke artezyenê dikin

Şêniyên gundê Şebek ê Çilaxayê daxwaza kolandina bîrekê artezyenê ji bo ava vexwarinê dikin. Daîreya Avê jî diyar kir ku ew dê vê projeyê di plana xwe ya xizmetguzariyê de bi cih bikin.

Xelkê gundekî Çilaxayê daxwaza bîreke artezyenê dikin
Xelkê gundekî Çilaxayê daxwaza bîreke artezyenê dikin
Xelkê gundekî Çilaxayê daxwaza bîreke artezyenê dikin
29 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên beşa rojava ya gundê Şebek ê bajarê Çilaxayê ji ber tunebûna bîrên artezyenê zehmetiyên dabînkirina ava vexwarinê dikişînin. Gundî ava vexwarinê ji gundên din dikişînin an jî ava bîrên malan bi kar tînin ku ji bo vexwarinê ne guncaw e.

Gundê Şebek yek ji gundên herî mezin ê herêmê ye. 900 malbat (5 hezar şênî) lê dimînin. Li gund derdora 700 xanî hene. Tevî hejmara bilind a şêniyan li gund tenê 2 bîrên artezyen hene. Ew jî têra hemû şêniyan nake, lê xizmeta 2 beşan ji gund dike.

Li beşa rojavayê gund nêzî 125 xanî hene, şêniyên wan bîrên avê yên malê bi kar tînin, lê ji ber nebûna kehrebeyê û jenerator jî ji ber nebûna mazota xizmetguzariyê nayên pêxistin, ew bêyî vê avê jî dimînin. Bîrên malê jî ji bo vexwarinê çênabin, xelk neçar dimînin ava vexwarinê bi rêya sehrîcan ji taxên din bînin.

Welatiyê bi navê Ehmed Iweyid da zanîn ku bi zêdebûna rêjeya germahiyê di werzê havînê de pêwîstiya bi avê zêdetir dibe, ji ber qutbûna kehrebeyê ew nikarin ava bîrên malên xwe jî bi kar bînin, ew neçar dimînin avê bi rêya sehrîcan ji herêmên din bînin.

Iweyid diyar kir ku çareseriya bingehîn ji bo vê pirsgirêkê kolandina bîrekê li beşa rojavayê gunde, ev dihêle ku ava vexwarinê ya paqij ji bo wan bê dabînkirin. Ehmed Iweyid ji aliyên peywendîdar xwest bi lez vê projeyê pêk bînin û dabînkirina ava vexwarinê ji bo wan mafeke sereke ye.

Serokê komîna gundê Şebek Murad Remedan da zanîn ku komînê bi awayekî fermî ji Gerînendetiya Avê ya li Çilaxa xwestiye ku bîreke avê li beşa rojavayê gund bê kolandin. Her wiha ji gerînendetiyê xwestine ku toreya avê ya kevin bê çeksazkirin.

Yek ji karmendên Daîreya Avê ya Çilaxayê Menal Mezhûr jî destnîşan kir ku di rapora komînê ya ji bo civînên taybet bi projeyên xizmetguzariyê hatiye pêşkêşkirin, daxwaza kolandina bîrekê tune bû. Tevî ku projeyên kolandina bîran li hejmareke ji gundewarên herêmê jî heye.

Menal da zanîn ku piştre komîn ji nûvra daxwaza kolandina bîreke avê û çeksazkirina xetên avê kiriye, wê Daîreya Avê di civîna xwe ya bê bi komînan re vê daxwazê di çarçoveya projeyên xwe yên xizmetguzarî de bi cih bike, ev proje jî wê di vê salê de pêk were.

Daîreya Avê destnîşan kir ku heke ev proje di plansaziya niha de pêk neyê, dê ji bo rêxistinên têkildar bê pêşniyarkirin.

Ev daxwaz di demekê de ku li gundê Şebek ji pirsgirêkê bêhtir heye, tê kirin. Beşa bakurê rojhilatê gund ji ber zexta zêde ya li ser tiransê kehrebeyê, kehrebe qut dibe, li beşa başûrê gund jî ji ber tirans ji xizmetê derketiye ji sala 2023`an ve bê kehrebe ye.

ANHA