Siyasetmedar Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Mehdi Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedar Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da
29 tebax, 2026   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya KOAH‘ê li Amedê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û li beşa lênêrîna lezgîn dihat demankirin. Hate hînbûn ku Mehdî Zana jiyana xwe ji dest daye.

Hat hînbûn ku cenazeyê Mehdî Zana dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê bê veşartin.