Aloziya sotemeniyê li Hema û Hesekê sektora veguhestinê pir lawaz dike

Ji ber bilindbûna bihayên sotemeniyê li gelek herêmên Sûriyeyê bertek berfireh dibin, bandora pirsgirêkê li ser sektora veguhestinê li parêzgehên Hemayê û Hesekê tê dîtin, hejmarek mezin a ajokarên taksiyan karên xwe rawestandin, kirya çûn û hatinê zêde bûye, li rawestgehan jî qelebalix çêbû.

Aloziya sotemeniyê li Hema û Hesekê sektora veguhestinê pir lawaz dike
Aloziya sotemeniyê li Hema û Hesekê sektora veguhestinê pir lawaz dike
Aloziya sotemeniyê li Hema û Hesekê sektora veguhestinê pir lawaz dike
Aloziya sotemeniyê li Hema û Hesekê sektora veguhestinê pir lawaz dike
13 îlon, 2026   14:27
HEMA

Bertekên li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê li hejmarek herêmên Sûriyeyê didomin, bihabûna sotemeniyê bi awayeke yekser bandorê li tevgera çûn û hatinê ya li Parêzgeha Hema û gundewarên wê û Parêzgeha Hesekê jî dike, piştî kuhejmareke mezin a ajokarên taxsiyan kar rawestandin, tevgera çûn û hatinê kêm bûye.

Aloziya çûn û hatinê bi bilindbûna buhayên sotemeniyê, bi taybet mazotê derkete holê, ev yek hişt ku ajokar daxwaza sererastkirina kirya çûn û hatinê bikin, ev tişt dihêle ku şênî di xwegihandina cihên kar û xwendinê de zehmetiyê dikşînin.

Ciwanê bi navê Yûsif Îsmaîl ê ji bajarê Hemayê da zanîn ku ev alozî ne tenê di asta kêmbûna wesîleyên veguhestinê de ye, ev di dabînkirina debara jiyanê ya rojane de jî tê jiyîn, tevgera veguhestinê û çûn û hatinê li Hemayê û gundewarê wê di rojên borî de di asteke bilind de kêm bûye.

Şêniyê ji bajarê Qamişlo Esad El Mihemed jî da zanîn ku çûn û hatin kêm bûye, îro her tişt ji ber bandora bihabûna sotemeniyê, biha bûye.

Ev pirsgirêk bandoreke mezin li xwendekar û karmendan dike, ew ji berê de ji ber bilindbûna buhayên çûn û hatinê zehmetiyan dikşînin, li rawestgehan piştî gelek saetên bendewariyê, hejmarek ji şêniyan îro neçar man ku bi hev re kiriya rê bidin da ku bighêjin cihê xebata xwe.

Niha kirya rê li bajarê Hemayê li ser xetên hundirîn nêzî 2 hezar û 500 lîre ye, lê hinek ajokar 3 hezar û 500 dixwazin.

Karmenda bi navê Henîn Mensûr diyar kir ku ji ber bilindbûna bihayê xeta Misyaf-Hemayê ew çend rojan neçar ma neçe xebatê, kirya rê ji 13 hezar bû 14 hezar, piştre bû 16 û niha jî bûye 21 hezar .

Şêniyê bi navê Meimûn El Cindî metirsiyên xwe yên bandora bihabûna sotemeniyê anî ziman, da zanîn ku tirsa wan heye ku bandora bihabûnê bighêje madeyên xwarinê û nan, di heman demê de kar tune ye û mûçe kêm in.

Ev pirsgirêk di demekê de ku li herêmê hejmarek ji bertekên li dijî bihabûna sotemeniyê, daxwaza ji nû ve danîna bihayan û kiriyên çûn û hatinê heye.

Lîsteya nû ya buhayên sotemeniyê di şeva 13`ê Îlonê de kete meriyetê, di lîsteyê de buhayê benzîn, mazot û xazê bilind bûye, ev hiştiye li herêmê nîqaşên têkildarî bandorên bihabûnê bên berfirehkirin.

(sb)

ANHA